“Kurteçîrok”
Pêşeroj Cewherî
Tê bîra min salên berî 1970 ez kurekî sava û sîpe bûm, bêrîvan ji gundê me Cewheriya diçûn bêriyê li Mûş deştên gundê Hemdûnê, şivanê gundê me Ûnisê Reş bû her dem dixeyidî û qerebalix dikir û ji bêrêvana re digot: çima hûn dereng tên bêriya xwe.
Lê mixabin ew jiyana gundê me li me çû gilî bi şêweyekî taybet piştî salên 1970 û vir de ji ber ku rijîma parta Bas a nazî li Sûriyê pirojeyek li welatê me bikar anî li ser navê Kembera Erebî, di vê pirojeya rûreş û ne mirovatî de ereb ji parêzgehên ser çemê Ferat anîn welatên me Rojavayî Kurdistan bicîkirin û xak û ava me li wan dabeş û diyarî kirin, ev pilana sext e û derzagon û dermirovatî axa welatê me dagîr kir, ji Serêkanî û ta Dêrika Hemko nêşîngehên ereban lê avedan kirin û şêniyên resen ji ber wan derbider bûn, xwediyên axê ji kurmanca koçê bajara bûn û birçî, xizan bûn û hemî bûn barkêş û boyaxkar li mitropolên cîhanê bela bûn, yek ji wan gundê Girê Hemdûnê bû, ev pirojeya nijadperest bi alîkariya dijminê mezin tirkiyê pêk hat, piştî tirkan sînorên sextet bi agir û hesin û têl û mayînan asê kir pilana Kembera Erebî cêbecîbû li welatê me, îro ez diçim ser Girê Hemdûnê li ser wan şînwaran rûdinêm û diponijim dikevim derya sîber û hizran, xayiz dibim û dîrok liber çavê min diherike weke çemekî bi xumxum tê de gêj dibim.
Di vê derbarê de û ji nîşka de yekî silav li min kir bi silava wî re veciniqîm:
– Ho Pêşeroj hizra çi dikî lo.. li kîjan alî dinêrî, li nêşîgehê yan li sînor.
Ez jê tirsiyam weke xêv û tebakî bû ne di rengê mirovan de bû, quloçên wî hebûn min jê pirsî û got:
– Tu çawa min nas dikî. bersiva mi da û got:
– Ez her tiştî dizanim
– Tu çi ye? Mirov e yan meçêtir e.
– Ez ne mirov im û ne meçêtir im we mirovan bi bêbextî navê min kiriye Ehrîman.
– Ho tu Ehrîman e…!
– Erê, mane hûn misilman dibêjin em birayê hev in wek diranê şehkî ne.
– Mebesta te ji vê peyvê çi ye?
– Mebesta min ev nêşîngeh û ev têlên sînor e, lê bera wilo bê te serê we peyxemberê wir bixwe dibêje ol û bawermendiya wî ji alî Xwedê de nayê pesend û pejirandin.
– Li gor peyva te Xwedê ola kuda pesend nake çimkê ol ji nezana re nine.
– Li gor peyva peyxemberê we Xwedê wilo dibêje
– çima
– Binêre mamoste Pêşeroj ez 400 salî berdevkê dewleta Osmanî mame û her weha dewleta Sefewî û Emewî lê mixabin Selahedînê we tenê min kir û nekir da ku pê re kar bikim, hertim ewî bera min dida û ji min re digot: Eger çêbûna Kurdistanê li ser kuştina mirovekî bimîne ez wî mirovî nakujim.
– Çare Çi ye birayê Ehrîman ?
– Destê xwe têxin destê min ma ez ji Etatirk û Efleq û Xumeynî neçêtir im tu bawer bike di cîhanê de şoreşvanê yekemîn ez im, de here malê û dîroka xwe ji nû ve bixwîn û dijminê xwe nas bikin .
– Ji nîşka de ez veciniqîm min li dora xwe nêrî ku kesek nîne ji bilî nêşîngeha Erebî û têlên sînor û serbazên Tirk.
Bi vî awayî ez vegeriyam malê û bi rê de ristepeyvek min afirand li ser navê nameyek ji Hemdûnê
Kanî salên berî heftê
Ba nagere cê jê dertê
Gelo nîrê ser me zor in
Lê bawer im roja me tê
Dê bimîne girê Hemdûn
Ku rabe ji binî gerdûn
Were mafê xwe bernadin
Ta ku derê roja xweybûn