Fatma Savcî
Di riyên efsaneyên jibîrbuyî re
Vaye bi çarîneke xakî re têm..
Xwe bi destên şewqa çirayan digrim,
Bi milê ken,
Ronî bi ronî,
Stêr bi stêr,
Roj bi roj
Xwe digihîjînim dergehê sînga te.
Tevî bîna pelên gwîzê
Hatim bihingivim Adaroka çav hişîn
Ya ku mîna neqşa çîniyekê
Xemilandiye ruyê dilê te…
Ez ê di şeveqa Newrozeke çeleng de,
Berî zarok xwe li ser agir biqevêzin,
Mîna pirpirîkekê,
hemî rozerînan hilgirim,
Werim ramûsana laşê Adarokê,
Bila, li ser pelkê wê yî cêwîka xewnan
Her kêlî,
Her bîst û çar saetan
Wekî morîkek hişîn,
Wekî kevirekî Krîstal vêkevim…
Ji bo ku,
Herdem,
Bejn û bala Adaroka me,
Bi xwîna xwe ya dîn
Av bidim…
Ji bo ku,
Temenê hemî kulîlkên evîndaran,
Û emrê kenê çavên te dirêj bikim…