Ebdulsemed Bavê Helbest
Li ber dergehê
Avahiyeke Fermî
Rawestiyam..!
Rojek, du roj, Sê Çar, Deh!!
Navê te Çi ye?
Doza Te Çi ye?
Karê te Çi ye?
Navê min, Kurdo ye,
Mala min li Qamişlo ye, ne li Oslo ye
Helbestvan im, hhhhhh.!?
Ev çi Kar e? Firoşgeha te li Kû ye?
Mi got ez nivîsssssssssss
De her ji vir
Te çi firotiye, te çi kiriye?
Te sûd ji karê xwe kiriye?
Ji xwe yê berpirsyarê
Vê avahîya mezin,
Ji yên weke te re vala ye…….!!??
Hhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhh…………