Yek ABC Bo Zimanê Kurdî
Vekolîn
Salar Salih
”Di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e , yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin”, Mîr Celadet Bedirxan – Hawar, hejmara 9an.
Pêşgotin:
Her ez jî wisa wek mîr Celadet Alî Bedirxan mîrê Kurdîya modêrn bawer im ku gava pêşî di yekîtiya zimanê Kurdî de ew e yekîtiya tîpan e, û min ev hevoka wî ya ku di hejmara nehan de ji Hawarê belav kiriye wek bingehekê ji bo vê vekolînê bijartiye, ango jibo yekbûna zimanê Kurdî di qonaxa yekem de divê yek “Abc” hebe ku hemû zaravên zimanê Kurdî pê binivîsin, di qonaxa diwem de yekîtiya têrman e, dûv re di qonaxa dawîn de yekîtiya rênivîs û rêzimanê tê, bi vî şêweyî em dikarin zimanekî stander saz bikin.
Mijar:
Abc yên ku Kurdan di mîjoya xwe de bi kar anîne ev in: ( Nivîsa mixî – Abc ya Avesta – Abc ya Aramî – Abc ya Berê ya Pehlewî – Abc ya Masî Soratî – Abc ya ku Kurdên Êzîdî bi kar tanîn ),û wek em dizanin zimanê Kurdî ta nuha bi sê Abc yan tête nivîsîn ( Latînî, Erebî, Kirîlî ).
Ji xebatên zimanzanan jî diyar dibe ku bi piranî ew xwediyê wê hizr û ramanê ne, ku di zimanê Kurdî de çar zaravên serekî hene:
(1) kurmancî ( 2) soranî ( 3) zazakî (4) lorî.
herdû zaravên bingehîn jî di zimanê Kurdî de Kurmancî ( ya Jorîn û ya Badînî) û Soranî, piraniya miletê Kurd ku (zêdeyî 80 %) bi van herdû zaravên sereke di-axivin, herçende ev herdû zarave jî wêje bi wan hatiye nivîsîn, ev yek jî dide diyarkirin ku bingeha Kurdîya stander wê ji van herdû zaravên sereke Kurmancî û Soranî pêk bê.
Herweha nêzîkî (98%) ji miletê Kurd bi herdû Abc yên sereke ya Latînî û ya Erebî dinivîsin, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê Abc ya Latînî tê bikaranîn a ku mîr Celadet Bedirxan bingeha wê danî, û ji 31 tîpî pêk tê, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê Abc ya Erebî tête bikaranîn a ku gellek caran hatiye guhartin û rastkirin û nuha ew ji 34 tîpî pêk tê, tenê Kurdên Yekîtiya Sovyêt ya berê bi tîpên Kirîlî dinivîsin û hejmara wan sebaret miletê Kurd pir kêm e nêzîkî ( 2%) ji hejmara giştî a miletê Kurd e. ”ev xal bi pêwîstî serhejmarê ye”
Lewre pêşinyara min ew e ,ku zimanê Kurdî bi yek Abc yê bête nivîsandin wek gava yekem li ser rêka yekîtiya zimanê Kurdî û peydakirina zimanekî stander, ev yek jî li ser me disepênê bijartina Abc ya Latînî an Abc ya Erebî çimkî ev herdû Abc yên serekî ne di nivîsa Kurdî de , piraniya zimanzan û rewşenbîrên Kurd Abc ya Latînî guncawtirîn dibînin bo zimanê Kurdî, her ez jî bi vê nerînê re me jiber van sedemên jêrîn:
- zimanê Kurdî di gurûpa zimanên Îranî de ye, ku ew jî şaxeke ji şaxên zimanên Hindo Ewrupî ye,û ji zimanên (Kurdî-Farisî-Efxanî û Tacikî pêk tê), û piraniya zimanên Hindo Ewrupî bi Abc ya Latînî tên nivîsîn.
- Dema merov bala xwe dide zimanên Hindo Ewrupî merov rastî gellek peyvên nêzî hev tê, Ev rewşa hanê ji bo hemû zimanê ku di heman malbat û komê de ne wisan e, mîna: zimanê Kurdî, Îngilîzî, Almanî, Fransî, Farisî, Grîkî.
- Abc ya Latînî guncawtirîn Abc ye bo bilêvkirina dengên zimanê Kurdî, nemaze tîpên dengdêr yên ku di Abc ye Erebî de tune ne, û bi zehmetî tên bilêvkirin, bi taybetî tîpa (i) ku ev deng di Abc ya Erebî de tune ye lê di heman demê de ew dengekî resen e di zimanê Kurdî de û tê bilêvkirin lê nayê nivîsîn çimkî tu tîp di Abc ya Erebî de li hemberî wê nînin lê di Abc ya Latînî de ev tîpa (i) tê nivîsîn û tê bilêvkirin.
- Pirsgirêka din di Abc ya Erebî de:
- ku ew amajeyî du dengên cuda di Kurdî de, dengdêra kin (U-u ) û dengdara ( W-w ) bi heman tîpê dike:
(U – u , W – w) : و
- û amajeyî herdû dengên cuda dengdêra dirêj ( Î-î ) û dengdara ( Y-y ) bi heman tîpê dike:
(Î – î , Y – y) : ي
Û ev xal bixwe kêmasiyek pir mezin e di Abc ya Erebî de, ku tîpên dengdêr û ên dengdar xwedî dengên cuda bi yek tîpê tên nivîsîn.
Jiber van sedemên ku me li jor şirove kirin, tê xuyakirin ku Abc ya Latînî guncawtirîn û baştirîn Abc ye bo nivîsandina zimanê Kurdî, Celadet Alî Bedirxan yekem zimanzanê Kurd e ku Abc ya Latînî bo zimanê Kurdmancî ji 31 tîpan danî, her ez jî Abc ya wî dirust dibînim lê pêşinyara min ew e ku hin tîp lê zêde bibin, çimkî hin deng di Kurdî hene Abc ya Celadet wan nade diyarkirin her ew deng jî di Abc ya Erebî de hene ya ku li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tête bikaranîn, dengên (ح,ع,غ ) di gellek peyvên Kurdî ên resen de derdikevin lewra pêwîstî bi zêdekirina van tîpan li ser Abc ya Celadet heye, pêşinyara min ew e ku Abc ya Latînî a Celadet ya ku ji 31 tîpî pêktê bibe bingeha Abc ya yekbûyî bo zimanê Kurdî û 3 tîpên din lê zêde bibin, bi vî awayî hejmara tîpên Abc ya nû dibe 34 tîp.
Nimûne li ser her sê tîpên (ح,ع,غ ):
ع : باعةدرىَ , عةور , بعيف , عةجوور
‘ecûr , b’îf , ‘ewr , Ba’edrê
غ : باغضة , قؤناغ , باغ , غةمطين
Xemgîn , bax , qonax , baxçe
ح : حةفت , ثةح , تةحت , تةحليشك , حةري
Herî , tehlîşk , teht , peh , heft
Şanik:
A- di Abc ya Erebî de du tîpên din hene ku ew di Abc ya Latînî de tune ne:
( رِ , لَ )
Ev herdû tîp wek du tîpên li dûv hev tên bilêvkirin, lewra em dikarin di Abc ya Latînî de heman tîpê dubare bikin bêyî ku em tu tîpên nû bi-afirînin : ( ll , rr )
رِ : ظرِ , طورِي , كورِ , برِين
birrîn , kurr , gurrî , virr :rr
لَ : طةلَةك , خالَ , كولَي
kullî , xall , gellek : ll
B- sebaret tîpên cêwî ( ç , k , p , t ) ku heman dengî didin lê bi du rengan sert û nerm, di baweriya min de tu pêdivî tune ye ku em çar tîpên dî li Abc ya Kurdî zêde bikin, çimkî ew tîp heman dengî didin lê bi du şêweyan yê sert û yê nerm, û ev yek nabe sedemek babetkî bo afirandina çar tîpên nû, herçende tu astengî ji hêla derbirînê û têgihiştinê dernakevin, çimkî wataya gotinê li gor cihê wê di hevokê de an di têkistê de tê nasîn.
Serencam:
Ev nerîna min derbarî Abc ya Kurdî a yekbûyî hemû di warê pêşinyarê de ye, em nikarin bi rengekî takekes tu biryaran di vî mijarî de bistînin, çimkî biryardan di vî mijarî de ji erkê korê zanyarî ye, lê çareserkirina vê pirsa teknîkî di zimanê Kurdî de pir giring e, û dibe gava pêşîn li ser rêka yekîtiya zimanê Kurdî û peydakirina zimanekî stander, min bixwe nexwest ku bikevim warê bijartina formên her sê tîpên (ح,ع,غ ) yên ku pêwîstî bi zêdekirina wan li Abc ya Celadet Bedirxan heye, çimkî ev mijarekî zanistî û teknolojî ye û bi pêwîstî vekolînek taybet e, lê di baweriya min de çespandina Abc ya Latînî ji 34 tîpan bo zimanê Kurdî, dê zimanê me ji qonaxekê veguhêze qonaxeke nû wek zimanekî cîhanî ku bi yek Abc yê bête nivîsîn.
Himberî wê di Abc ya Latînî de | Abc ya Erebî | rêz | Himberî wê di Abc ya Erebî de | Abc ya Latînî | rêz |
E – e | ئـ | 1 | ا | A – a | 1 |
A – a | ا | 2 | ب | B – b | 2 |
E – e | ة | 3 | ج | C – c | 3 |
B – b | ب | 4 | ض | Ç – ç | 4 |
P – p | ث | 5 | د | D – d | 5 |
T – t | ت | 6 | ئـ , ة | E – e | 6 |
C – c | ج | 7 | يَ | Ê – ê | 7 |
Ç – ç | ض | 8 | ف | F – f | 8 |
– | ح | 9 | ط | G – g | 9 |
X – x | خ | 10 | ه | H – h | 10 |
D – d | د | 11 | – | I – i | 11 |
R – r | ر | 12 | ي | Î – î | 12 |
– | رِ | 13 | ذ | J – j | 13 |
Z – z | ز | 14 | ك | K – k | 14 |
J – j | ذ | 15 | ل | L – l | 15 |
S – s | س | 16 | م | M – m | 16 |
Ş – ş | ش | 17 | ن | N – n | 17 |
– | ع | 18 | ؤ | O – o | 18 |
– | غ | 19 | ث | P – p | 19 |
F – f | ف | 20 | ق | Q – q | 20 |
V – v | ظ | 21 | ر | R – r | 21 |
Q – q | ق | 22 | س | S – s | 22 |
K – k | ك | 23 | ش | Ş – ş | 23 |
G – g | ط | 24 | ت | T – t | 24 |
L – l | ل | 25 | و | U – u | 25 |
– | لَ | 26 | وو | Û – û | 26 |
M – m | م | 27 | ظ | V – v | 27 |
N – n | ن | 28 | و | W – w | 28 |
H – h | ه | 29 | خ | X – x | 29 |
U – u , W – w | و | 30 | ي | Y – y | 30 |
O – o | ؤ | 31 | ز | Z – z | 31 |
Û – û | وو | 32 | ح | – | |
Î – î , Y – y | ي | 33 | ع | – | |
Ê – ê | يَ | 34 | غ | – | |
I – i | – | رِ | – | ||
لَ | – |
Çavkanî:
– Elfabêya Kurdî , Celadet Alî Bedirxan.
– Bingehên gramera Kurdmancî , Celadet Alî Bedirxan- Rojêh Lisko.
– Rênivîsa zimanê Kurdî ya ABC ya Erebî , Başûrê Kurdistan.
– Kovara Hawar, hejmara 9an.
– Em Zimanê Kurdî Binasin , Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê.
– Ferheng (Erebî-Kurdî) , zaravayê Kurdmancî, amadekirina: D.Cano – M.Şêrgo.
– Hînker – asta sêyemîn,Ronayî Onen│Samî Tan, Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê.