Dengbêjek Ji Kurdistana Sûriyê ..Mihemed. Şêxo
– Ez Kurdistanek wekhev û azad û serbixwe bi pêşengiya zarokên karker û cotkarê zana û têgihiştî difikirim û dixwazim
– Her partiyek dixwaze ez bi wan re bim, ta dengê min belav bikin, ez ne malê tu partî û rêxistina me ez xwe wek malê welatê xwe û gelê xwe dibînim .
– Hêj ez zarok bûm û di sinifa sisyan de bûm, min guhda rî radoyoya Kurdî ya Erîvanê dikir.
– Heya ku dewlemend û ser mayedarên welêt ” pêşevaniya ” tevgera Kurdî bike, doza welat bi ser nakeve.
– Rizgarbûna welatê me ne di bin pêşengiya karker û xizanê welat de be nabît.
– Hunermend, ji bo daxwaziya gelê xwe divê wek berdevk bin.
– Di vê xebatê de divê hunermend ji tiştekî netirse. Wekî pêşmergekî bêhempa ji bo welatê xwe canê xwe bide.
Gelek hunermendên dilsoz ji nava gelê Kurdistanê derketine. Ji van hunermendanên ku li seranserî welat bi dengê xwe û bi tenbûra xwe tên naskirin yek jî Mihemed şêxo ye. Me pêwîst dît, ku hevpeyvînekê bi Mihmemed şêxo re bikin û wî xweştirîn bi hinek nêrînên wî bi rêka “Armancê “bi gelê xwe û welatperwerên wê bidin naskirinê.
– Heval Mihemed şêxo, te derd û janên gelê xwe û welathiziya xwe di stranên xwe de daye xuyakirin. Ji ber vê yekê, ku gelê Kurdistanê û şoreşgerên wê ji te hez dikin. Em dixwazin çend pirsan ji te bikin û bersîvên te, te xweştir nas bikin û bidin naskirinê. Tu dikarî bi kurtayî jiyana xwe ji me re bêjî ?
M. şêxo: Ez di sala 1948 an de, li Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo li gundê Xecokê hatime dinê. Ez ji binemalekî cotkarê piçûk bûm. Min xwendina xwe a seretayî( dibistana destpêk) li gundê xwe qedand. Pişt re hatim bajarê Qamişloyê ( 1965 ). Li vê derê min xwendina xwe domand. Heya sinifa neha min li Qamişloyê xwend. Pişt re min şandin leşkeriyê. Paşê ez ji leşkeryê hatim afûkirin.piştî afûbûna min a ji leşkeriyê, di sala 1969an de ez çûm Lubnanê, bajarê Beyrûdê. Li Beyrûdê, ez çûm ketim Merkeza Yekîtiya Muzîkê. Min li wê derê du dewran dersa muzîkê stand. Di wê demê de min li Beyrûdê di nava koma muzîkê de stranên Kurdî û muzîka Kurdî pêşkêşî gel dikir bi şiklê konsêran.
Sala 1972 an ez vegeriyam Sûriyê, bajarê Qamişloyê. Li wê derê min kar li Rimêlan (Rimêlan, ciyê ku li seranserî Sûriyê ji hemû deran pirtir petrol li wê derê dertê – Armanc- ) stand. Li Rimêlan ez bûm serokê komika muzîkê. 1973an de ez ji wir derketim. Ji wî katî şûn de ez mame bêkar. Di sala 1974an de ez çûm Kurdistana Iraqê. Ez heya şikestina şoreşa li Kurdistana Iraqê mam. Piştî tekçûna şoreşa Kurdistana Iraqê ez çûm îranê. Li îranê ez bûm mamosteyê dibistanê yê zimanê Erebî. Ez heya sala 1983an li îranê mam. Sala 1983 an ez vegeriyam Sûriyê û heya niha jî ez li Sûriyê me û bêkar im.
– Te çawa dest bi stranan kir û çi bû sedemê ku te hunerê xwe pêşkêşî rêka welatperwerî kir?
M.şêxo: Beroşa ku jê nexwim, ez arê wê nakim . Ev gotin gotineke Kurdî ye û ez jî mirovekî kurd im. Ji piçûkî de mereqa min li ser stranan û muzîkê hebû. Hêj ez zarok bûm û di sinifa sisyan de bûm, min guhda rî radoyoya Kurdî ya Erîvanê dikir. Ji ber ku wî katî bes radyoya Kurdî ya Erîvanê hebû. Guhdarîkirina radyoya Erîvanê hem mereqa min zêdetir dikir, hem jî bû sedemên ku ez hînî fikrên nû bûm. Vêca min bawerî anî, ku stran û muzîk parçeyek ji doza welat in. ez dikarim bêjim ev bûne sedemên bingehînî ku ez bi Kurdî stranan bêjim. Her milletekî muzîka wî heye û ew muzîk perçeyek ji pêşveçûna millet e. Ji ber ku ez jî Kurd im û milletê Kurd, milletekî bindest e, zimanê wî hatiye qedexekirin, hewce ye, ku mirovê welatperwer, hunerên xwe di vê rêça han de bide şixulandin. Min jî ev kiriye. Ev ji bo milletê me jî ev kiriye. Ev ji bo milletê me pir girîng e. ji bona vê yekê hewce ye, ku ez hunerên xwe di rêça pêşveçûna welat, muzîk û stranên welat de bi kar bînim. Kesên welatperwer bi hunerên xwe xebata pêşvebirina welatê xwe dikin. Hinek bi çekan, hinek bi nivîsandinê, hinek jî bi saz û stranên xwe. Ji ber van bîr û baweriyan û pêwistiyan ez jî van hunerên xwe ( stranbêjiya xwe ) di vê tekoşînê de bikar tînim. Heya ez hebim jî bikar bînim.
– Wekî tu dizanî, gelê me di bin nîrê mêtingehakariyê de ye û welatê me ji alî mêtingehkaran û emperyalîstan hatiye parvekirin. Tu rizgarbûna welatê me çawa dibînî ?
M. şêxo: “Çavê li deriya xwelî li seriya “. Ev gotin gotineke pêşiya ye. Ez dixwazim vê gotinê bi vî awayî mane bidimê: Ger em nebin wê dost çi bikin ? berî her tiştî divê em hebin, pişt re em hêviya xwe ji dostan bikin. Ez vê gotina han dikim ne ku tê wê manê me tu dost anîne. Di vir de daxwaziya min ew e, ku ez bidim xuyakirin, berî hemû tiştî divê em hebin û ji xwe bawer bin. Ez dixwazim niqteka din jî bidim xuyakirin. Heya ku dewlemend û ser mayedarên welêt ” pêşevaniya ” tevgera Kurdî bike, doza welat bi ser nakeve. Ger biser bikeve jî wê sermayedar ji bo xwe bi kar bînin. A diduyan jî ew e, ku emperyalîst heya îro jî tu caran nebûne dostên gelê bindest û ew tu carî rizgariya me nadin me. Ger ji bêçareyî bidin jî wê bidin hevalbendên xwe, sermayedaran. Ji bona vê yekê ez dibêjim rizgarbûna welatê me ne di bin pêşengiya karker û xizanê welat de be nabît. Yanî ez rizgarîbûna welat di bin pêşengiya kar ker û xizanên welêt de dibînim.
– Tu di tekoşîna rizgariya civakî û netewî de çi bar li ser milê hunermendan dibînî ?
M.şêxo: Li gor dîtina min hunermend, ji bo daxwaziya gelê xwe divê wek berdevk bin. Yanî daxwaziya gelê xwe di hunerên xwe de bidin xuyakirin. Ji bo vê yekê jî ez hewce dibînim, ku daxwaziya gelê xwe di hunerên xwe bidin xuyakirinê. Wekî ku tê zanîn, hunermendî qetek(parçek) ji çanda gel e. Her hunermend bi pêşkêşkirinaê hunerên xwe çanda gelê xwe didin xuyakirin. Ew jî divê bi rengekî daxwaziya gelî be. Û ji bo pêşveçûna gel kar bike. Berî hemû tiştî ev tişt ji hunermendan tên xwestin. Ez di vî warî de dibînim, ku di têkoşîna rizgariya netewî û civakî de tiştên dikeve ser milên hunermendan ew in, ku daxwaziya welatê xwe û gelê xwe di hunerên xwe de, di stranên xwe de, muzîk û edebiyata xwe de bidin xuyakirin. Ev tişt pêwist in û berî herkesî ji hunermendan tên xwestin. Da ku muzîk, stran, edebiyat, zimanê gel pêş ve biçin. Da ku giyanê welatperwerî û şoreşgerî li ser piya bimîne û xurt bibe. Bi baweriya min, tiştên ku di qonaxa têkoşîna rizgariya civakî û netewî de ji hunermendan tên xwestin, ev in. Di vê xebatê de divê hunermend ji tiştekî netirse. Wekî pêşmergekî bêhempa ji bo welatê xwe canê xwe bide. Hunermend jî wekî pêşmergekî welêt, ne bes di xweşiyê de di hemû nexweşiyan û hoyên giran de divê hunerên xwe di xizmeta têkoşîna rizgariya civakî û netewî de bi kar bîne.
Li gor te sinet çi ye divê sinet bi partîzanî be yan na?
M.şêxo: li gor dîtina min sinet[1] qetekî ji hunerê gelan e û wekî ku me dabû xuyakirinê, divê huner zimanê gel bin. Ji bona sinet jî em dikarin vê tiştê bêjin. Belê li gor min, divê sinet tebeqî (çînî ) be. Lê ne ku fikir û meyl têxe nava hebo hebo partiyan û rêxistinan. Yanî partîzanî be ji bona çînê be. Sineta ku ez diparêzim, divê ji bona çîna karker û cotkar be, ne ji bona çîna sermayedar û burjuwazî be.
Qasî em dibihîzin, ev çend sal in, ku tu ne wek berî çend salan bi germî distirêyî. Sedemên wê çi ne ?
M.şêxo: Ez berî hemû tiştî dixwazim viya bidim xuyakirin, ez wekî berê me. Lê hinek tişt hatine guhertin, wekî ku berî çend salan zimanê Kurdî hatibû qedexekirin. A din jî, di nava Kurdan de hunermendên stranbêj kêm bûn. Wê demê ji niha bêtir dengê min dihat guhdarî kirin û seh kirin. Lê niha ji ber ku zimanê Kurdî li ba me hinek bi serbestî tê axaftin, partî û komik ji berê zêdetir bûne, êdî wek berê dengê min jî nayê sehkirin. Li gor dîtina min sedemên bingehîn ev in. sedemek din jî ev e, ku her partiyek dixwaze ez bi wan re bim, heta yê dengê min belav bikin. Ez vê yekê qebûl nakim. Bila qet belav nekin, ez ne malê tu partî û rêxistina me ez xwe wek malê welatê xwe û gelê xwe dibînim. Ev tiştên ku niha min gotin ew jî dibin sedemên ne belavbûna dengê min. ez dîsa dibêjim, ku ez ê berê me û li gor baweriya min hîn ji berê zêdetir im.
– Armancên te di qatê.pêştedir de çi ne û tu dixwazî çi bikî ?
M. şêxo: Armancên min di qatê pêşdetir de ew in, ku li gor îmakanên xwe û gelê xwe ji bo rizgariya welatê xwe xebatê bikim. Min pêşiyê jî dabû xuyakirin û gootibû, armancên min ev in û wê her ew bin jî. Ez ê ji niha û bi şûn de jî li ser vî karî bim û berdewama karê xwe bim.
– Di têkoşîna rizgariya netewî û civakî de baweriyên te yên çînayetî çi ne ?
M.şêxo: Li gor baweriya min di têkoşîna rizgariya netewî û civakî de ku ne bi destê çîna karker û kedkarên din be û ne di pêşengiya wan de be, em rizgar nabin. Rizgariya me ya heqîqî encax bi destê çîna karker û kedkaran dibe. Wekî me berê jî gotibû, sermayedar bes ji bo xwe bikin. Rizgariya bi destê sermayedaran ez rizgariya gelê me nabînim. Ji ber ku sermayedar wê her ji bo xwe bin. Ger wisa be, wê dîsa gelê Kurd bindest bimîne. Ha em bindestê sermayedarê Kurd ha em ê sermayedarên biyaniya ne, ji bo çîna karker û kedkaran tu ferqa wan tuneye.
– Tu Kurdistanek çawa difikrî ?
M. şêxo: Ez Kurdistanek yekhev û azad û serbixwe bi pêşengiya zarokên karker û cotkarê zana û têgihiştî difikirim û dixwazim.
– Daxwazên te ji bizavên rizgarîxwazên Kurd yên li her çar perçan çi ne?
M. şêxo: Yekîtî …. Ji ber ku her tişt di riya yekîtiyê re pêk tê.
– Li gor baweriya te dijminên gelê Kurdistanê û dostên wî kî ne?
M. şêxo: Dostên gelê Kurd, ew in ku berî her tiştî ew gelên ku zilm dîtine û hê jî di bin zilmê de ne. dijminên wî jî, her ew kesin ku zilm kirin û hê jî zilmê dikin. Ger te bivê zelaltir bikim. Ez dikarim bi vî awayî bêjim: dijminên gelê Kurdistanê, dewletên mêtingehkar û hevalbendên wan emperyalîzma cihanê û di serî de emperyalîzma Amerîka Yekbûyî ye. Di nav welêt de sermayedarên Kurd in. dostên gelê Kurdistanê jî bindestên dinê û welatên sosyalîst in.
– Daxwaza te ji kovara Armanc çi ye ?
M.şêxo: Daxwaza min ji kovara Armanc ew e, ku çi tişt dike bi rastî û heqîqî çap bike nebêje ev hevalê me ye, yan jî ne yê me ye. Tiştên wî guhertinê çêbike, an jî çap neke. Her tişt weke wî mafê wî bidiyê, wek hêjayê wî. Ez hêviya pêşketinê jê re dikim di rêya rast û dirust re û spas.
Ev belge ji erşîfa D. Micbas e.. Rojnameya Bûyer spasiya wî li ser vê belgeya dîrokî ku ji bo roja bîranîna hunermendê mezin M. Şêxo gihand destê me dike.