– Nivîskarên me mîna siyasetmedarên me ne, her yek dixwaze yekîtiyê bi alî partiyekê de bikşîne...
– Stiran Xwarina giyanê min e, ew pê mezin dibe, dema ez distirêm ez hest dibim ku ez giyanê xwe diyar dikim.
– Ez ji destpêkê de ne bi şoreşa Sûrîde re bûm.
Baran Baravî nivîskarek ji bajarê Qamişlo ye, çîrok û helbestê bi zimanê kurdî dinivîse.Temenê wê deh salî bû stiran çêdikirin lê ew ne dinîvisandin, wê salê xwe fêrî tîpên kurdî kir û hin bi hin ew stran li pêş ketin û bûn helbest.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
– Helbest çi dide te û çi ji te destine ?
Ez ji wan kesên ku gelekî gazindan nakim, lewra dema ku bêhna min teng dibe ez berê xwe didim helbestê, wê demê helbest bêhinfirehiyekê dide min.Lê ew tiştekî ji min nastîne, tenê hest û nerînên min diyar dike, lê ez karim bêjim ku mirovin hene Karin xweşiyê ji helbestvan bistînin di riya helbestên wî re.
– Hûn çi şêweya helbestê dinivîsin?
Di destpêkê de min helbesta kilasik nivîsand,ji ber ku min dest bi nîvsandina strana kir berî helbestê, û di stranan de dibe ku movikên hemû hevokan serrast bin.
Lê piştî ku ez hest bûn ku ne tenê dixwazim stranan binivîsim, min berê xwe da helbesta nûjen, wê demê ez di rêza refê de bûm.
– Kevin û nû bêtir Baran Baravî ji kê re xwendiye?
Eger em bên ser xwendina kurdî, min bêhtir helbestên nû xwendine û bi taybetî helbestên nemir Şêrgo Bêkes, lê min pir pirtûkên cîhanî yên kevin xwendine bêhtir pirtûkên li ser kultûrê diaxivin, û min gelek romanên wergerandî xwendine,ji ber ku ez gelekî ji romanan hez dikim.
– Nîvsandina we ji helbestê re bêtir Kurdî ye yan Erebî ye?
Ez bi kurdî dinivîsim û kêm carna bi Erebî .
– Hûn ji bilî helbestê nîvsandinê dikin?
Ez kurteçîrokê jî dinivîsm û pirtûkek min çapkirî ya kurteçîrokan heye .
– Hûn beşdarî festîval û pêşbirkên helbestî bûne?
Piştî min refê diwanzda li dibistanê bidawî kir di sala 2008an û salên li dû ez beşdarî hemû şevbuhêrkên helbestî û festîvalên kurdî dibûm, û di festival helbesta kurdî ya dehan de, min bi xwe pêşkêş dikir digel herdû hêjayên nemir:Miş’el temo û Ferhad çelebî, û ez bi xwe yek ji endamên komîta amadekar bûm di festivala yanzdan û pê de, lê pişt re gelek sedem çêbûm min xwe jê kişand û ji wê çaxê de ez nema li festival kurdî amade dibim.
– Wek jinek nivskar hûn çawa şoreşa Sûriyê û ya Rojavayê Kurdistnê dinirxînin?
Di nerîna min de şoreş ji destpêkê de ji rêbaza xwe derket, bi rastî û bê tirs ji gumanên miletê me ez ê biaxivim, ez ji destpêka şoreşê de ne pê re bûm, ji ber ku min şoreşên berî wê yên ku li Rojhilata Navîn qewimîbûn didîtin bê çawa ew biser neketin mîna ya Misrê û ya Yemenê, min nedixwest ku şoreş li ba me bi wî rengê ne durist çê bibe, rast e şoreş ne ji valahiyekê tê lê berî her tiştî divê şoreş biryara milet bi xwe be, ne ku mirov çav li şoreşekê bikeve û bêje: Ez ê jî şoreşekê çêkim .
Di serhildana 2004an de ez bi bawerî bi miletê xwe re derketim kolanên bajarê Qamişlo, lê ya niha ez derneketim ji bilî roja cejna jinê, ew jî bi taybetî jibo jinê ez derketim.
– Hinekî li ser karê xwe di Yekîtiya Nivîskarên Kurd de biaxive, gelo ew yekîtî bûye sîwna hemû nivîskaran? Sedemên wan pirsgirêkên di Yekîtiya Nivîskaran de çine?
berî ku ez bibim endam di Yekîtiya Nivîskarên Kurd de min got: Eger ev yekîtî di bin siya çi partiyê de be, ez nabim endam û ez ê her dem bêjim eger ev yekîtî ket bin siya partiyekê de ez ê dev jê biqerim, çi partî be, ji ber ku dive nivîskar zimanê miletê xwe be ne zimanê siyasetmedaran be, ji ber van pirsgirêkan ev yekîtî nebûye sîwana hemû nivîskaran ta roja îro, ji ber nivîskarên me mîna siyasiyên me ne her yek dixwaze yekîtiyê bi alî partiyekê de bikşîne .
-Piştî konfiransê damezrandinê ez bûm yek ji endamên komîta amadekar ya şaxê Qamişlo, û di konfiransê yekemin de yê ku di meha dehan de ji sala bûrî çêbû, ez bûm yek ji endamên komîta amadekar ya yekîtiyê bi tevayî.
– Berhemên we yên çapkirî çi ne?
Di pirtûkên min hene, hedû bi zimanê kurdî ne, ya pêşî helbest in min destpêka sala 2014 an de çap kir, navnîşana wê “Bê Dengî ye”, ya diwemîn kurteçîrok in ew jî di dawiya 2014an de min çap kir bi nav nîşan” Dawiya Ronahiyê .”
– Wek keçek kurd rola jinê di van salên bûrî de tu çawa dinirxînî?
Jina kurd ji mêj ve azad e berî hezarên salan û niha derfet peyda bû û wê azadiya xwe diyar kir.
– Tu çawa rewşa ragihandina kurdî dinirxînî?
Ragihandina kurdî di van salên bûrî de baş li pêş ketiye û bi taybetî ji alî ziman de ez pêşketinê jê re dxwazim û ez bi hêvî me ku tenê ji bo xizmeta milet û welatê xwe kar bike û nekeve warê rikberî û dijberiyê de.
– Wateya van gotinan li ba Baran Baravî çi ne: helbest…evîn…stiran…berxwedan?
Helbest: Hestê min e, tu kes nikare ne ji min bistîne û ne bide min, lewra ez her dem dibêjim ne ez ê bêjim ez nivîskar im û ne kesî din ji bilî min, tenê pênûs rastiya mirov bibêje.
Evîn: Jîna bê evîn mîna gula bi hesinan tê çêkirin bê bîn e .
Stiran: Xwarina giyanê min e, ew pê mezin dibe, dema ez distirêm ez hest dibim ku ez giyanê xwe diyar dikim.
Berxwedan: Jiyana mirovan ji roja zayinê ta roja mirinê berxwedane di her warî de
– Helbesta kilasîk a kurdî hûn ji kêre dixwînin?
Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqyê Teyran .
– Helbesta nûjen a kurdî hûn ji kê re dixwînin?
Min gelek dîwanên nemir Şêrgo Bêkes xwendine û hin dîwanên helbestvan Tengezar Marînî, lê ne tenê çand û hunera kurdî bingeha min e, ez pir berê xwe didim pirtûkên wergerandî ji hemû zimanên cîhanê .
– Çi mûzîk bala we dikşîne?
Ew mûzîka ku bi hêmenî derbasî guhê min dibe ez lê guhdar dikim, û mûzîka Îranî pir bala min dikşîne.
– Gotina dawî.
Ez sipasiya we dikim ji bo vê hevpeyvînê û serkeftinê ji rojnameya we û hemû endamên wê re re dixwazim.