Dilawerê Zengî
Bîranîna sih û şeşsaliya koçkirina Barzaniyê nemir. Di 1-3-1979-an de, roja bîranîna koçkirina bavê neteweya kurd Barzaniyê nemir e. Ji şerê cîhanê yê yekemîn de, ta bighê roja koçkirina nemir, li dirêjahiya şêst salî tekoşîn û xebata wî dirêj kirye. Tekoşîn û xebata wî ne tenê li başûrê kurdistanê, belê, li cîhanê bi tevayî û li her çar perçên kurdistanê deng daye û kurd pê hatine naskirin. Navê wî û kurdayetî bi hev hatiye girêdan. Li ser bingehê ramana neteweyî rizgarkirina kurd û kurdistanê xwestiye. Doza kurdistaneke serbixwe, alayeke rengîn (Sor, Sipî, Kesk û “di nîvî de roj reng”ê zer e) û hêzeke pêşmergeyan kirye. Bêdiro! Bandûra xwe li nifşên pey xwe re kirye. Lewra bi bavê neteweya kurd hatiye naskirin. Diyar e, di bin bandûra zanayê mezin Ehmedê Xanî de, ramana xwe ya neteweyî wergirtiye. Barzanî, tucarî serçimandin ji dijminê xwe re ne kirye. Bi tekoşîn û xebateke serbilind şerê zordar û setemkaran kirye. Tucarî radestî di ferhenga jiyana xwe de ne kirye. Tim û tim digot: (Yan Kurdistan, yan neman) e. Pêşewa û serdarekî weha bû; bi pêşmergên xwe re kek û bira bû, di rêveçûnê de, li pêşiya kerwanê şervanan bû. Di nav pêşmergên xwe de, dixwar û vedixwar, bi wan re dida û distend. Piştî herkesî xew dikir. Berî herkesî şiyar dibû. Pêşmergeyekî qehreman bû. Bi mêranî mêr bû, bi zanînê zana bû. Bêguman, mirovekî rastgo û xwedî bawerî bû. Bi mebestê temîz bû. Guhdarekî baş bû. Ji dozê re parêzer û pasevan bû. Bi perwer û sincî bû. Bi torîn û paydar bû. Bi çakbîn û coşdar bû. Pir nermîn û rewan bû, hin caran ji çiyayê Sefîn tundtir bû. Bê paye, nefsbiçûk bû, ne pergîr û kêsbaz bû. Bi dîtin û nerîn bû. Ferzend û gorgîn bû. Di awirên xwe de balayê baz bû. Siwarê hespê sipî bû. Peyîkê bi peyam bû. Bi dadweriyê Enûşêrwan bû. Bi comerdiyê Hatimê kurd bû. Bi mêraniyê cihşînê Ristemê Zal bû.