Di derbarê rizgarkirina Bajarokê Til Hemîsê, ji hêzên rêxistina” Da’iş” malpera “Bûyerpress” nerînên hin nivîskar û helbestvan û çalakvanan standin.
Dilawerê Zengî Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya ji Malpera “Bûyerpress” Re: “Bi saya serê şervan û lehengên çerxa pîst û yekê û qehremanên gewre YPG û YPJ û bi piştgiriya şervanên azadiyê Pêşmergeyan, bajarokê TillHemîsê tev gundên xwe riha bûn”
Piştî salekê ji vegirtina bajarê TilHemîsê û herêma derdora wê, ku dora sed gundî ji hêla terorist û çeteyên Daişê hatibûn bindestxistin, îro ji destên wan riha bûn. Bi saya serê şervan û lehengên çerxa pîst û yekê û qehremanên gewre YPG û YPJ û bi piştgiriya şervanên azadiyê Pêşmergeyan û bi balafirên hêza hevalbendên navdewletî TillHemîsê tev gundên xwe riha bûn. Rizgarkirina TilHemîsê, keleha hêza çeteyên bîrreş Daiş serketina hêza azadîxwaza gelê Kurd e, serketina mirovahî û rewşenê ye, li hemberî hovetî û kevneperestan e. Îro, rojeke dîrokî ye ne tenê ji bo gelê kurd yê azadîxwaz, belê ji bo hemû gelên xêrxwaz û mirovayetiyê ye. Bi destên siwarên azadiyê yên rojhilatê dijwartirîn çete li cîhanê hatin rûxandin, ji bo me cihê serbilidî û şanaziyê ye. Tenduristiyeke baş ji hemû birîndaran re hêvî dikim û hezar dilovanî û mihderiyê ji pakrewanan re dixwazim û destên şervanên azadiyê yek bi yek diramîsim û serkeftinê ji tevan re dixwazim. Her bijî kurd û Kurdistan.