Serokomarê Tikiyeyê Recep Tayyip Erdogan got derbarê mijara çekdanînê de helwesta Îmraliyê û Qendîlê ji hev cuda ye.
Erdogan li ser rêya Erebistanê Siûdî di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand û derbarê banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a çekdanînê de wiha got:
“Tê uyandin ku di navbera Îmralî û Qendîlê de ramanên ji hev cuda hene û herwiha di nava tevgera siyasî (qesta wî HDPê ye) perçebûn rû dide. Li gorî daxuyaniyên şanda diçe Îmraliyê û tê, Ocalan dixwaze çek bên danîn. Lê helwesta Serokê partiyê (Selahattin Demîrtaş) cuda ye û dibêje ‘emê li gorî kiryarên hikûmetê hewl bidin.’ Hûnê çima kiryarên hikûmetê bişopînin. Jixwe garantorê pêvajoya çareseriyê ye.”
Li gorî medyaya Tirkiyeyê Erdogan pirsa “Qendîl dixwaze li ber xwe bide?” wiha bersivand:
“Niha tê xuyandin ku helwesta Qendîl û Îmaraliyê ji hev cuda ye. Daxuyaniyê giredayî HDP û Qendîlê ye. Îmralî tişta ku dikeve ser milê wî ev pêk tîne. 10 xal hatine diyakirin, daxuyaniyên Demîrtaş hene. Herdu ne wekî hev in. Ev rewş ji bo aramiyê û ewlehiyê gef in. Her yekê ji wan aktorek in. Divê em wan bibînin.”
Rûdaw