– Bê helbest jiyan bê wate ye, bê tekoşîn jî jiyan çol e..
– Yekîtiya Niîskarên Kurd navendeke rewşenbîrî ye, ne navenda yekîtiya partiya ye..!
– Helbest hezkirin û eşqa jiyanek bêsînor dide min.
– Divabe Yekîtiya Nivîskaran bibe navendeke ku pêşxistina rewşenbîrî li pêş bixe. Ji gumanên kesayetî wêdetir..
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan – Qadir Eqid
Nêrgiz Îsmayîl im. Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji dayik bûy. Giştî salên temenê xwe di nava Têkoşîna Rozgariya Gelê Kurd e derbas kiriye. Niha xebata ragihandinê ya rojnemevantî li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne. Taybetmendiyên malbatê yên kurdewarî û welatparêzî gelekî bandora xwe li kesayeta wê kirine. Dayik û bavê wê mîna hevalan bûn ji wêre. Pîrka wê çîrokên devkî digot, kalkê wî jî bi stranên dengbêjiyê bi nav û deng bû.
– Helbestvan Nêrgiz Îsmayîl kengî dest bi nivîsandina helbestê kir?
Ji zarokatiya xwe de min ji helbestê hez kir. Min nizanîbû helbest çi ye Lê tevlîbûna min ji xebatên çand û hunerê re, ew hezkirina min ji helbestê re derxist holê. Di rojên newrozan de, rojên taybet de min helbestên şoreşgerî, li ser evîna Kurdistanê, wêrekiya jinê digotin. Di nava hemû beşên hunerê de ez, şano, dîlan û helbestê bûn heval. Bi wan re mezin bûm.
– Helbest çi dide te û çi ji te distîne?
Tu carî min hest pê nekiriye ku helbestê tiştek ji min biriye. Berûvajî her daye min, a girîng jî hezkirin û eşqa jiyanek bêsînor dide min. Bawer im min gelek tişt nedanê yê.
– Hûn çi şêweya helbestê dinvîsin?
Ez ji tu şêweyan hez nakim, ango qaliban. Çawe hat ber dilê min û bandor bûm weha peyv xwe diherikînin. Carna kilasîk, carna nûjen jî. Azdiya hestan hez dikim. Helbest her nû ye, hestan jî bi xwe re nû dihêle. Bi dilek pîr û kal re helbest naherike.
– Kevin û nû, bêtir Nêrgiz Îsmayîl ji kê re xwendiye؟
Bê guman seydayê Cegerxwîn gelekî hez dikim, Melayê Cizîrî herikînek cuda ye. Yê nûjen Fatma Savci û Evîn Şîkakî hene. Ev herdu ji peyvan zêdetir hestên wan ên mê bi wateyan re diherikin û sînoran nas nakin.
– Nivîsandina we ji helbestê re bêtir bi kurdî ye yan bi Erebî ye?
Salên destpêkê min bi Erebî dinivîsand, lê belê peyvên erebî dilê min hênik nedikirin. Çawa min ê bigota “Kezeba Min Şewitî….bêhna Axê” ev peyv bi tamtir û xweştir ji min re dihatin…. lewra bi kurdî firîn û xweşiya cîhana xwe dibînim. Bi kurdî dinvîsim.
– Hûn ji bilî helbestê nivîsandinê dikin?
Ji bilî helbestê: bîranîn, pexşan, çîrok û carna gotarên siyasî.
– Hûn beşdarî fastîval û pêşbirkê helbestî bûne?
Li çiyayê kurdistanê tevlî şebohêrkên helbestê bûme. Ji xwe li çiyê ew hestek cuda ye. Li Bexdayê bi erebî. Li Şamê jî bi kurdî.-
– Wek jinek nivîskar, hûn çawa şoreşa Sûriyê, û ya li Rojavayê Kurdistanê dinerxînin?
Di nêrîna min de, şoreşa heyî bê cudatî: şoreşa avakirina Sûriyakî demokratîk e, bi civakek azad û xwediyê hemû pêkhatiyan e. Şoreşa Rojava şoreşa ku wê avakirin, guhertin û demokrasiyê bi cih bîne. Rast e zehmetî hene, lê belê ji her zayînekê qolincên dijwar jî hene. Bê şoreş xweşî ava nabe.
– Hinekî li ser karê xwe di Yekîtiya Nivîskarê Kurd de biaxive?
Yekîtiya Niviskaran navendeke ku hemû nivîskarên kurd kom dike. Ev yek cihê şehnaziyê ye ji bo hemû rewşenbîrên kurd e. Girîng e ew jî xwe baş û nûjen birêxistin bike, bibe malê civakê. Bi rêbaz û şêwazên kevin pêşketinên rewşenbîrî pêk nayên.
– Gelo ev Yekîtî bûye sîwana hemû nivîskaran?
Na. Yekitî hîna nebûye siwana hemû rengê nivîskaran. Di şêwaz û rêbazan de kêm ü kurtî hene. Divabe bibe navendeke ku pêşxistina rewşenbîrî li pêş bixe. Ji gumanên kesayetî wê de tir, rastiya civaka xwe em derxînin holê wê hîna cihê sudmendiyê be.
– Sedemên wan pirsgirêkên di Yekîtiya Nivîskaran de çi ne?
Pirsgirêka sereke di nêrîna min de hîna ew nêzîkatiyên siyasî li pêş in. Ev navendeke rewşenbîrî ye, ne navenda yekîtiya partiya ye. Rewşenbîr ronakbîrê civakê ye, lê belê hîna ji ber hesabên teng, li şûna helbest, çîrok û romana kurdî li pêşkeve nêzîkatiyên kesayetî li pêş dikevin. Rast e ezmûnek nû ye, lê dem jî derbas dibe, divabe yekîtî navroka xebata xwe ji şêwaz û nêrînên nû re dagire.
– Berhemên we yên çapkirî çi ne?
Sê pirtukên helbestan li çiyê hatine çapkirin bi navê:” Xelata Xwena Min, Hesret, Mêşîn”, Hewldanên min hene ku li Rojavayê Kurdistanê jî berhemên min hebin.
– Li ser Kovara xwe, ya ku hûn derdixin hinekî biaxive?
Kovara me bi navê ” Asoya Jinê” ye. Mehane tê çapkirin. Xwerû bi zimanê kurdî ye. Xweser bi mijarên jinê re mijûl dibe. Em di vê kovara xwe de dixwazin di her mijarê de asoyên jinê bidin pêş, ji veşartîbûnê û tunebûnê wê de tir em dixwazin cîhana jinê derkeve holê. Kovara me gihiştiye hejmara 10an. Her demê em ê pêşketinê bingeh bigirin ji ber feraseta me ew e: bi jinek azad re, jiyan û civakek azad pêk tê. Yekemîn kovar e di Rojavayê Kurdistanê de ku bi zimanê dayikê tê çap kirin.
– Wek keçek kurd, rola jinê di van salên bûrî de çawe dinerxîne?
Jin, ne mîna berê ye. Têkoşînê dike, di hemû qadan de xwe bi rêxistin dike. Gelek zilm, zor û serdestî li jinê tê kirin. Her çiqasî ne di wê asta ku baş baş be jî, lê belê ya girîng dikare xwe bi xwe, bi vîna xwe, di hemû mijaran de xwe birêxistin bike, civakê bi xwe re jî pêş bixe. Jinên Rojava nimûna vê yekê ne. Ger şoreşa jinê bi xwe bi sernekeve, şoreşa Kurdan jî bi sernakeve.
– Tu çawe rewşa ragihandina Kurdî dinerxînî?
Di nêrîna min de: ragihandina kurdî destpêkê divabe ragihnadina xwe be, ya civaka xwe be, bi hemû rastiyên wê. Êş, zehmetî û başiyên civaka xwe be. Ragihandina ku ne deng, pênûs û wêneya civaka xwe be, dûvkê hinekan din e be ew nikare bi ser bikeve. Ragihandina kurdî nikare civaka xwe paş çav bike û texlîta xeyrî xwe bike. Her ragihandinek li ser hîmên civaka xwe reng, deng û rastiyê dide. Ya li jorê dimîne difirîne, ya li jêrê dimîne diperçiqîne. Lê ez di wê baweriyê de me ku bi şoreşa Rojava re ragihandin bi kedê xwe derdixîne pêş.
– Wetaya van gotinan li rex Nêrgiz Îsmayîl çi ne:
Helbest: Eşq e.
Evîn: Ked dayîn e.
Stran: Bê wê nabe.
Brexwedan: Destpêka serkeftinê ye.
Rojavayê Kurdistanê: Deriyê azadiyê ye.
– Helbesta Kilasîk a kurdî hûn ji kê re dixwînin?
Cegerxwîn… Melayê Cizîrî û Şîrazî
– Helbesta Nûjen a Kurdî hûn ji kê re dixwînin?
Fatma Savci… Evîn Şîkakî.
– Çi muzîk bala we dikşîne?
Muzîk û dengê Eyşeşanê, Mihemed Şêxo, û Mizgîn Tahir
– Gotinek dawî?
Bê helbest jiyan bê wate ye
Bê tekoşîn jî jiyan çol e..