Li gorî rapora Fona Alîkaiya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Sûdan a Başûr 14 hezar leşker hene.
Rapora di roja Duşemê de hat weşandin nîşan da ku hem hêzên hikûmetê hem jî hêzên li dijî hikûmetê, zarokan digirin leşkeriyê. Lê belê hêzên hikûmetê di mijara tevlîkirina zarokan li leşkeriyê de bêhtir bi bandor in. Di raporê de her wiha cih ji vegotinên şahidan re tê veteqandin ku şahid dibêjin li pêş kampên Neteweyên Yekbûyî zarok tên komkirin.
Piraniya zarokên tevlî leşkeriyê tên kirin ji bajarê Malakal ê eyaleta Nîl a Jorîn e, ku şer bandor lê kiriye. Ev bajarê dewlemendê petrolê yê ji 21 hezar şêniyî, ev 14 meh in ji ber şerê navxweyî hema bêje bi temamî hatiye valakirin. Şêniyên bajarê Malakal, li kampên Neteweyên Yekbûyî jiyana xwe didomînin.
Li gorî raporeke din a Fona Alîkaiya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Sûdan a Başûr 14 hezar leşker hene.
UNICEF’ê bi peymaneke bi hêzên dijberê hikûmetê re morkirî re, rê li ber serbestberdana 3 hezar leşkerên zarok vekiribû.
Xendan