Nivîskar: Mehemed Baqî
Werger: Şivan Reşik
Ev çi jiyane ko em dijîn?
Zaroktiyek bi kêmanî û meḣrûmî!.
Xortaniyek di nav danîşgehên sar ên xwendinê,û qisûriya ebedî ya xwediyên me, û derfetên nayab ên kar.
Ma ev jiyan e?
Paşê-bira- ma xwedanên me çi ji me re hiştine?
Tenha em hiştine li vê rêwindeya tarî û har ko “bajar” tê navdan. Her yek nîşandera xwe ya taybet hildigire, kes bi hawîrdor hest nake, ne dizane tişt ji kû tên,û bi kû de diçin,û va ne salên temenê bê ťu ferec dişewitin. Û ji mîrasê bavê min, ji xanî û parçeyê erdê yê biçûk, hew doşek û liḣêfek gihan min.
Çima?
Te xwendina xwe temam kir, wisa gotin, jê pê ve tu ne bi hewcetî tiştekî ye,helbet min dikarî wesêta bavê xwe bişkînim,lê mijar gişt bê sûd e.
Ma ji ya te kirî ku birayên min ji dêya xwe re pişt bûn, dawîrojên wê, heya birayê min ê biçûk ê ko çû pê re bijî. pêşî, bi rindî pê re çû, lê roja ku qirşek pêv nehiştin,ˊeybên wê tev ji jina wî re xuyan. Ma deng ji yên din derket? Û îro çavên lomdar pirsê diavêjin min.
Çima tu dêya xwe nahênî bi te re bijî?
Xem nake, ma ne ji mafê min e,ku bipirsim.
Bi çi mentiqî vê ji min dixwazin?
Bi mentiqê ku min xwendiye,û brayên min na?
Ax ax,vê xwendinê bîst û pênc sal ji temenê min dizîn, û xizmeta leşkerî jî sê sal in din bi xwere birin, û va me ez piştî bîst û heşt salan, tiştekî min li vê dinyayê nîne, ji bilî ew mûçeya (ratib) ku incex têra deh rojên pêşî ji mehê dike.
Ma kengî-wek nimûne- dê maleke min hebe?
Û kengî wek hemû xelkên din dê bizewicim?
Tu dizanî ko kîjan keç, li vî bajarî, bi mêrekî kêmî pizîşkekî, yan endazyarekî qayil nabe.û nepirse ser xewnên bi xaniyekî tev têkber, û makîne. Ma ji vî tiştî çi yê me heye?
Çi yê me heye li vî bajarê mel’ûn ji xeynî hesret û xewnên bêpişt? Pirtûk,riste, şevbuhêrkên qerebalixa li ser welat û şoreşê, çand û bazirganiyê.
Dawiyê, em vedibînin ku em xewner in, têkçûyî berî destpê bikin, jiyana me kurtkirî bûye, hew maye li pandina şkestinên dubarek.
Ev çi şêniyên ku jiyana xwe di nav axê de derbas kirin, di nav axê de çêbûn, di nav axê de jiyan, û li axê jî vegeryan, bê ku –rojekê- di ayindeya zarokên xwe de bifikirin, û heger pîrbûn, a ku jê re ťu hisab nekiribûn, bi ser wan de hat, êdî tênin bîra we tiştên li ser we xerc kirin, ji pe re û hêstir û xwêdan.
ji bîr dibin ku wan te aniye.
Paşê, kêşe – di bingeha xwe – di wê maweya di navbera min û dêya min de ye. di awayê ku her yek pê li tiştan dinêre,û ew, bi gumana min, maweyeke nayê derbas kirin, ma va ez hewl didim ji vê jiyana mel’ûn çend kêlîkan wergirin, wek ez birêkevim, yan risteyê bixwînim, û belkî têkeve bala min peyaleke mey vexwim. Hinge seqa di navbera me de şêlû dibe, û ew dê her ḣelal ḣeram bîne bîra min. û dibe ku hevaleke min serdana min bike, lê dêya min mejîhişk e, dibe barek li ser liva min. min dixwest ku kêş e bi tenê dravî ba. Dê min û birayên xwe alîkariya wê bikira, lê wek hemû hêviyên min ên din, ev jî pêk nayê.