Giyabend zêdetirîn li cihên zuha û bi kevirîn, li çolan xwe bi xwe hêşîn dibe. Bejna wê, 40- 120 cm dirêj dibe. Di meha tîrmeh û tebaxê de kulîlkan vedike. Kulîlkên wê ser bi gupikên wê wek gulokan û ûşîyan bi qezebê (binik-dûxik) ve dorpêçî û nixûnin.
Dr. E.Schreider dibêje: Gîyabend jibo tekûzkirina tevgêra xwînê, nexweşîya ba, gût, xurabûnên metobolîzma, nexweşîya şekir, pêşîgirtina qelewbûnê, odem, enfeksîonan, (nexweşîyên diperin, dipekin, derbasî hinek din dibin) berxwedanek baş nîşan dide.
Her weha Gîyabend, jibo nexweşîyên ta, sara, terb, vereşîn, tengazîyên ketina kincan, zehmetîyên givirandinê (hezmê), bêxewî, jana zirav (êşa zirav –werem) êşên rûvikan, mad tirşbûnê û sotinê, xurabûnên made, kezeb, pankreas (spilk), rûvikên diwazdepêçî, bê iştahî û peçivînê di Tib ê de tê bikaranîn.
Karanîna gîyabendê:
1- Çayê: Nîv kevçîyê qehwê gîyabenda hişk û hûrkirî berdin nav 300 ml ava kelandî. Bila 5- 10 deqan di dema xwe de bimîne, paşê biparzinin û bê şekir rojê 3 caran pîştî xwarinê qedehekê jê vexwin. Nabe ku jibo çayê gîyabenda ter bê bikaranîn. Her weha ya hişk jî divê 3 hefteyan bê xebitandin, 2-3 hefte navber bê dayîn û dîsa bê xebitandin.
2- Tentûr: 50 gr kulîlk, belg, û çiqên gîyabenda taze hûrkin nav şûşekî cam û tarî 500 ml alkola% 70 derece berdin ser, ji cihek tîrêjên tavê (rojê) dûr 4-6 hefteyan bisekinînin. Carûbaran bişilqînin, paşê biparzinin, bikin nav şûşên tarî û devgirtî, di cihek hênîk de bihêlin. Rojê 3-4 caran 10-15 dilopan 3-4 hefteyan li pey hev piştî xwarinê jê vexwin. du hefteyan navberê bidinê, dîsan vexwin. Heke hûn ji vê dozajê biborin wê bibe sedema serêş, vereşandin û jehrîketinê. Herweha divê çayê û tentûra gîyabendê bi zikê birçî neyê vexwarin.
Xendan