Ne berî te ne piştî te
Kesî ev dil nekir hêlîn
Bi min her tu şêrîntir e
Ji sed Xec û Zîn û Şêrîn
Wer em rûkin yek peyalê
Ji bo şeva zîz û xemgîn
Evîndar mest û serxweş in
Lê nizanim çiye evîn
Heger evîn êş û jan be
Bera herdem ez jandar bim
Helbesta min naherike
Hek ne dîl û birîndar bim
Dûrî sazên evîna te
Ez ê dîsa gunehkar bim
Gazî dikim li ezmana
Şerm e ku ez bê bihar bim
Ne berî te ne piştî te
Dergehê dil min venekir
Ez bi pêta hatim sotin
Ji dûjehê min bar nekir
Li ser kavlên bîr’anîna
Min xeyalek ava nekir
Bi sitêran dêm xemilîn
Lê min birîn derman nekir
Sed pênûs û dused pirtûk
Nakin têra pesnên çava
Mesac û êmêl û name
Tev westiyan ji silava
Di nav pêlên derya te de
Rojê carkê dibim zava
Ez im dîlê evîna te
Tu wî kanya qîr û lava
Ne berî te ne piştî te
Dil bi hêvya nexemilî
Bendewar in li civana
Herdû lêv û her deh tilî
Payîzokan ez dirêsim
Bi omîdên piştî çilî
Bo kerwanên rondikên te
Min sînga xwe kirye gellî
Dema yezdan em çêkirin
Em li hevdû pîroz kirin
Yaseya êl û civakê
Em ji hevdû bi dûr kirin
Li ser sînga birînên xwe
Her êvar em dihêwirin
Ba û bahoz bera rabin
Xetîrên me venamirin
Ferhad Içmo
10.5.2008