Mişe’lê Osman
Li pişta ken siwar hatim
Bi hêla berbangê ve çûm
Li ser buqçika xwe rûniştim
Ta berbang şiyar bibe
Lê min nizanîbû
Bi hêla windabûnê ve diçim
Min xwest ez bigrîm
Lê ez hatim xwar
Wekû mêwekî avis
Wekû awazekî xemgîn
Ji nişkêve mêranî tê min
Xewnê min diçirisin
Îsayê pêxember dibêje:
Ji hev hez bikin
Ji hev hez bikin
Em zarokê demê ne
Çûn û çûn
Dibe ku ez wan nebînim
Welatê min
Bexçê gula bû
Bû cihê pîrhevok û dêwan
Welatê min
hîn çîroka te nehatiye xwendin
toza di sînga min de
tav û birûskan
li biyaniyê
mîna qerpalekî
li xwe dike
welatê min
di çavên te de
winda dibim
bê perîk ji jor ve têm xwar
lê bila xweş zanibin
ku ji vê qada şêrîn
perîk şîn tên…