Xalid Umer
Ahî xortê zirtikî lo
Ahî dûlabê demê
Qeşmeran hevdû hilanî
Gel tenê ma ber xemê
Ev ji kiryarên we ne ha
Encuman û Tevdemê
Tew li van nûçegihanan
Bûye sûka dişemê
Rizq û mûç û xwarina wan
Ser birîna ‘alemê
Tew li kurmancên meyî nih
Ba’siyê berya demê
Bê çi zanin sûretê xwe
Bigirin ber ‘elemê
Ey hewarê wax hewarê
Felekê kur û kemê
J,bexçeyê xwîna şehîdar
Harisin dizê lemê
Kes nema xaltî û metik
Ap û xal û nêr û mê
Kes nema kolan bi kolan
Bûye takî cehnemê
Ev ji kiryarên we ne ha
Encuman û tevdemê
Rûdinên ser kenebaw, gel
Rûdinê ser kelemê