Burhan Hiso
ji ber go zarok û zaroktî,berê herî sereke ye,di bingeh û binemala avahî û avakirina mirovan de ye ji hêla perwedeyî û zanistî û her wiha ji hêla civakî ve,loma ji dîroka ne pesindayî de û berya nivîsînê û xwendinê,stran ,surûd,çîrok,çîrçîrok.û serpêhatî,dihatin afirandin û gotin dan û stran din,lê bi gotin û gotibêjê, nifş dida destên nifş,û bi vî hawî perwerdeya zarokan ji her alî ve,berdewam dar di bû û sûd werdigirt,ji ber vê yekê ez xwazyar bûm go ez berdewamiyê bidim vê rola giring û giran buha,û min helbestên ji bo zarokan nivîsîn û afrandin,bê goman mijar,hêja ye bêtir ji guftigoyê û gotibêjê, û divê ji destekî pirtir hebe ji bo go çepik bê lêdan,û ji ber go kovar û rojnameyên taybet ji bo zarokan kêm in û rol lawaz in,hêviyek min ji Rojnameya Buyer heye ku panavekê yan qorzîkekê bidin,bi wêj û wêjeya zarokan, yan bi kêmayî, her hejmarek ji Buyer, helbestek yan çîrokek yan helbestek çîrokî, yan şanoyek, ji bo zarokan di her hejmarekê hebe, û ev yek ji sedan nivîsên min in ji bo zarokan:
Çûkê Zîrek
Çûkek xistin zindanê
Av û nan nema danê
Derî lê kilît kirin
Çûk bigirî vekirin
Pisîkê lê mêze kir
Çûk şêrîn e wek şekir
Pisîkê ji çûk re got
Hestî di dilde dikot
Çima ez jî te naxum
Ez te ji vir dernaxim
Çûk got: Min ji vir derîn
Ez ji te re goşt û xwîn
Pisîkê derî vekir
Çûk rabû û xwe hilkir
Çûk firî çû çû ezman
Pisîk ma mest û poşman
Çûk azad bû ji zindan
Azadî jî av û nan