Salar Mela
Stêrka mezin, a ku di toza şewqa xwe de hilnayê
A bilind
A ku di xeyalê xwe de, çûyînekê dinermijîne, û dibêje:
Ey çûyîna ku li her derê tê dîtin, xwe di wê newalê de, bidawî bike.
Ne çiyayek heye, ku li pişt ewrên asoya zelal bişopîne
Ne jî bayekî nazik, ku destê xwe di ser veciniqînê re bibe
Veciniqîna li ber her tiştî wek her tiştî
Çavê ku berî nêrînê nizim dibe
Di dilovaniya girs de
Berî şevê, mîna gewhereke asê
Di nava riyên nerm re, derbas dibe.
Dûmana ku bi pêngaveke bilez hatibe çêkirin
Payiza ku ji wê tunêla dawî-nediyar tê, û bi xwe şad nabe;
Weku xeyalekî ne di wextê xwe de,
xwe di nava refên şevşevokan de, dirêj dike.
Werin tev de;
Ey ên ku li cihekî li derveyî hebûnê, li hebûna xwe mikur tên:
Porê daristanê di tariyê de; Hizira sed mirinê, sed jiyanê, dike.
Gotina ku xwe dubare bike; Gotina xwe tenê ye.
Bi vê maneyê; Maseya ku masiyên xwe davêje jî, ji şewata gerdena xatirxwestinê, bêhêvîtir e.
Deng ji riyên dûr tê
Riyên ku di nava dengevdana xwe de,
dilukumin û tên bihîstin
Weku semfoniyaya windabûnekê.
Ên ku demê ew bi deqeyên xwe nenixumandine
Deqeyên ku di esasê xwe de, ji vezilîna du stêrkan çê dibin
Ên bilind
Mîna tirseke sipî, ku bi bêhna xwe re biherike
Weku eniya sîberê
Sîbera ku kesek xwedî lê dernakeve
Li pêşiya valahiyeke bêdawî
Werin cem hev, weku
Dîmena ku li pişt nêrînê xwe ava bike.