Mehmûdê Sebrî ” Evîndarê Xemgîn “
Ey gelê Kurd, qehremanê namidar
Vaye hat azadiya em bendewar
Dijminên doza rewa va parçe bûn
Vaye hat keysa xebata rencebar
Da’iş û şovîniyan dest dane hev
Yeknerîn in dijmirov û sextekar
Rehperest û keysebaz û sexte ol
Tev ketin nava teqanê çûne xwar
Be’sî û hem Malikî riswa dibin
Her dikin firyad û gazî çar kenar
Leşkerên Nûrî revîn bê şerm û hêrs
Her wekî serdar diman pir şermezar
Va li hember van diz û hovên çepel
Bersiva Hewlêr li kurd bû berxudar
Bangewaza çarenûsa kurd giha
Çar kenarê vê cihanê bû diyar
Hêviyên kurd xweş li aso bûn xuya
Mujde va hat bo pilingên serguzar
Piştgir in bo çarenûsa kurd hemî
Bûye Yûbîla bi elmas yadigar
Her bijîn pêşmergeyên bûn xurt kelat
Yên li sînorên bi ceng man payedar
Her bijî Mes’ûd bi hêza pir bilind
Maye perwer bo welat û gel li kar
Hilbezor û rehperestî bê veger
Sernixûn bin tund û hov û koledar