Gulal Kasanî
Suxletêr im her bo xakî welat
kim sinciyê, karê rager
soseretî Xweda sirûş da felat
jê dizêtî, bîr û bawer
can ve kûzek im ber xak û zemîn
kûzek im,ney kes û serwer
min ji hev veb çiran, tevna sohîn
min şikan pêç ,merc û kember
pêç û merce,û zinara şofîn
azakim xakê , gil û der
haraya bi fêz û gûr, vîn hespîn
mijda bî xortên dilawer
ên pêkin ,ew ceng û hala gerîn
şervan in, meyz va ketin şer
hêzye ya li şengal in dij tewîn
dê kin şer, hev deste rêzger
îrema Zeredeşt in roj zemîn
Laleş a pîroz e pêger
cengevan vehilistin ser piyan
milmlia gel hev bidin der
wê qelêşin hîm û latê çiyan
wa rengî reşa bikin der
rojereş hilan, jev-jev diriyan
tên bi him-him weke bager
rojegeş şageşîn in, vehilbû
ha ji qendîl agirê şer
şinge şinga şûr û tîre gurbû
leşkerê ser hespa qemer
wê leheng dest û stû ê we badî
afsana dêrîn min jêder
va ji Hewlêrê pijqîme cardî
pêşmergên kelmend û perwer
meyzekin ,kurdo gerdûn hejandî
va rengîn al ro pijqî ser
rabe millet hev bêjin re bêjin
yan kurdistan da hewkin şer