Heydo: xweşiyên me û reşiyên me hemû di filklorê me de têne xuyakirin û heger winda bibin em namînin
Ji hêla Enistîtûya Kelepûrê Kurdî li Silêmaniyê ya ku ji erkê wê ye li ser Filklorê Kurdî bixebite, deh pirtûkên nû ji nivîskar û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo re çap kirin.
Heydo di derbarê vê minjarê de dibêje: Di sala 2004an de ji şensê min bû ku li Kurdistanê, li Otêla Aştî ez nûnerê wê dezgehê nas bikim, bi hev re alîkar bin, û ji ber berê min li vegera Rojava bû, ji min xwest ez tiştekî ji wan re bikim, lewre ez bêçare mam ku di du hefteyan de du pirtûkan amade bikim, û ji wê demê de ez bûm yek ji wan û nûnerên wan. Pirtûkên min yên ku nû hatine çapkirin ev in:
1- Dûrkên Kurdî – Kurdistana Suriya (Bergê Yekem): Ew sitranên Kurdî ne yên ku li ser awaz û sazên Kurdî yên resen hatine, min hemû şîrove kirine, ew jî di sala 2006an de hatiye çapkirin.
2- Dûrkên Kurdî – Kurdistana Suriya (Bergê Duyem): Ew jî di sala 2006an de hatiye çapkirin, ev jî dûrkên Kurdî yê Kurdistana Suriya ne.
3– Komek Dûrik Ji Filklora Kurdên Suriya (Bergê Sêyem): Ev di sala 2009an de hat çapkirin.
4- Komek Dûrik Ji Dîroka Filklora Kurdên Suriya (Bergê çarem): Di sala 2009an de hatiye çapkirin. 600 sitranên Kurdî yê Kurdistana Suriyê tev noteyên wan di vê pirtûkê de hene.
5 – Dûrikên Govendê Ji Filklorê Kurdên Sûriyayê (Bergê Pêncem): Ev di sala 2014an de hatiyê çapkirin.
6- Ravekirina Sitranên Gelêrî (Rojavayê Kurdistanê): Her sitranek bûyera wê û wateya wê hatiye şîrovekirin, ev di sala 2013an de hatiye çapkirin.
7- Buxçika Bûkan Ji Zargotina Biçûkan, Stranên Lîstikên Zarokan (Rojavayê Kurdistanê): Ev pirtûk hemû sirûdên ji bo zarokan e, di sala 2012an de hatiye çapkirin.
8- Çend Çîrokên Ji Filklorê Kurdî (ji Rojavayê Kurdistanê û Devera Şingalê): Yên di şevbuhêrkan de dihatin gotin, ew di sala 2013an de hatiye çapkirin.
9- Pîra Bûk (Çend Çîrok Kevin û Dêrûn Ji Gencîna Filklorê Me Yê Zêrîn): Di sala 2012an de hatiyê çapkirin.
10- Çend Bîr û Baweryên Kurdî: Ew li ser bîrên efsanî yên ku milet baweriya wan pê tê, di sala 2013 de hatiye çapkirin.
Heydo berdewam dike:” Niha sê pirtûkên min di bin çapkirinê de ne, min pênçên dî radestî wan kirin. Pirtûkên min yên çapkirî ji bilî wan jî pênc hene. Berhemên min yên destnivîs ji bo paşerojê jî hene, niha ji kilturê û folklorê kurdî 43 pirtûk hatine danehev û li ber destê min in. Bêgoman dema mirov kar dike tê de xizmetê dike, û min xizmeta kelepûr û şûnemayên milletê xwe kir ji ber ku filklorê Kurdî gelekî dewlemend e, dîroka me û bûyerên me gelek giring in, xweşiyên me û reşiyên me hemû di filklorê me de têne xuyakirin û heger winda bibin em namînin, ji ber ku ev dîroka mileta ya ne nivîsandiye, em milletekî blindest in, lê filklor ew nîşana rastteqîn e ya ku milletê me ji dilê xwe afirandiye û bi rastî gihayê me.
gelekî