BÛYERPRESS
Li Rojavayê Kurdistanê guhdan bi pirtûka Kurdî tê dayîn,yek ji dîmên piştrastkirî yên guhdanê vekirina pêşangehane.
Di vê çarçoveyê de îro çaremîn pêşangeha pirtûkan li bajarê Qamişlo bi beşdariya hejmarekê ji weşanxeyên ji 3 hêlên kurdistanê tê vekirin.
Pirtûk bi zimanê kurdî ,erebî,suryanî û gelek zimanên din yên biyanî têne pêşandan.
çalakiyên pêşangeha Ş.Herekol bi kopiya xwe ya 4’emîn ji aliyê endamê komîteya amadekar ve helbestvan Ebûd Mixso ve hatin parve kirin û dibêje :
” Ev pêşangeh li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dergehên xwe vekir,bi tevlîbûna 39 weşanxaneyan.sazî,yekîtiyên çandî,her wiha hebûna 120 hezar pirtûkî, 11 hezar navnîşanî “