Bi amedebûnke cemawerî Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê damezrandina partiya kurdî ya yekemîn sala 1957an bibîr anî, li hola Qesr Alnubela 14- 06- 2014an, bi amedebûna nûnerên partiyên kurdî, kesayetiyên niştimanî, nûnerên tevgera ciwanan, encûmena Rojavayê Kurdistanê û Tviyên kurdî.
Şahiyê dest pê kir bi demek bêdeng li ser canên pakrewanên şoreşa sûriyê û kurd û kurdistanê, paşê mamoste Ebd Elbaqî Derwîş gotinek pêşkêş kir tê de hat: ʺBi navê komîta amadekar em bixêrhatina mêvanên delal dikin, me xwest bi vê şahiyê em li ser prensîpên netewî yên gelê kurd rawestin, bîranîna 57an erkekî her kurdekî ye, divê ew pêşengên xebata kurdî û qurbaniyên wan ji bo doza kurd bibîr bênʺ.
Bi navê rêxistina jinê di PDPKSê de, Yasmîn Hemo gotink pêşkêş kir, tê de tekez kir: ʺDamezrandina vê partiyê di 57an de hat ji bo avakirina saziya xebatê ji bo rizgarkirina gelê kurd ji sitemkariyê û vegerandina mafên wî di çarçewa yekbûna welat de, jin tevlî partiyê bû ji bo çespandina rola wê ya xebatê û azadkirinê û ferehkirina rêxistinê, rola wê jî sereke bû di pêşxistina karê partiyêʺ
Gotina ciwanên pêşverû, Xalid Berekat tê de da xuyan: ʺCiwanên kurd bi wêrekiya xwe li dijî zulmê naskirî ne, ev rola ciwanên kurd û mafxwestina azadiyê di şoreşa sûriyayê de diyar bû, em bi hêvî ne rê vebe li pêş ciwanan ji bo pêşxistina û lêguhdana rewşa siyasî ji bo pêşerojeke geşʺ.
Birûska sikirterê partiyê mamoste Ebdilhemîd Derwîş ji hêla mamoste Ibrahîm EbûZêd ve hate xwendin , tê de hat: ʺJi paytexta frensî Parîsê, bixêrhatinê ji mêvanan re dişînim, Tenduristiya min baş e û nêzîk em ê li ser xaka welat hev bibînin, ev roj (damezrandina partiya kurdî ya yekem) di dîroka tevgera kurdî û gelê kurd de rojeke gewre ye. Divê rikberî bi kurdan re hevkar be ji ber ev rê tenê me ji tariyê derdixe, divê rikberî nêzî hev jî bibe û nakokiyên xwe bide alî ji bo seknandin di riwê siyasetên şovînist ên herî kirêt ku rêjîma sûriyê dike, ji bo hêviyên gelê sûriyê pêk bên, ez berê xwe didim herdu encûmenên kurdî jî, pêdivî bi hevpeyvînê û ramyarî bi pêşerojê heye ji ber qonax dixwaze peydakirina vînekê bo yekgirtinê ji bo bidestxistina hêviyên gelê kurd di azadiyê deʺ.
Mamoste Ehmed Berekat gotina Komîta siyasî ya PDPKSê xwend û got:
ʺDema em vê bûneyê bibîr tînin, em rêzê digrin ji wan lehengên ku rewşine ne xweş derbas kirin ji bo azadiya gelê kurd, tim xebat dikirin ji bo çespandina mafên gelê kurd, damezrandina partiya yekemîn di 57an de hat di riwê siyasetên şovînist yên li dijî kurdan bikar dihatinʺ
LI dawiyê careke din sipasiya mêvanan li ser beşdariyê bû.