Govara Der Spiegel ya Almanî ragihand ku, nêzkî 100 jin ji Almanya bi mbesta çûna nav terorîstên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) berê xwe dane Îraq û Sûriyê.
Wê govarê li gor zanyariyên ketine destê Dezgeha Sîxûriyê Almanya ew jin temen wan di navbera 16 – 27 salan de ne ku hindek ji wan li jêr fişarên hevserên xwe û hindek din jî din jî piştî hevseriyê bi rêya Internet`ê çûne nav rêzên DAIŞ`ê.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, ew jin di Havîna bûrî de Almanya bi cî hêlane.
Hêjayî gotinê ye ku, Wezîrê Navxwe yê Almana Tomaş Mîzîrî ragihandibû ku, nêzîkî 600 Almanî bi mebesta çûna nav rêzên DAIŞ`ê berên xwe dane Îraq û Sûriyê û Hikûmeta Berlîn`ê biryar da ku bi rêya derkirina yasayek nû tedbîrên zêdetir bo rû bi rûbûna wê yekê girtine.
Xendan