Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, heta niha ne rejîma Sûriyê û ne jî dijbereya wî welatî hebûna gelê kurd qebûl nekirine, lewma ew dibîne ku zehmet e kurdên Rojava qebûl bikin rewşa wan vegere wek ya berî destpêkirina şoreşa Sûriyê.
Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Elheyat a Londonî diyar dike ku ew ji aliyê Qaîde ve wek armanca hatiye girtin, lê tekez dike ku, “DAIŞ nikare bigihêje wî, ji ber ku baweriya wî bi gel û hêzên wî tê.”
Derbarê rewşa Kerkûkê de, Barzanî wiha dibêje, “Kerkûk ti carî wê nekeve destê DAIŞê de. Em ti carî rê nadin ti hêzek derbasî Kerkûkê bibe û eger artêşa Iraqê bixwaze vegere Kerkûkê pêwîst e lihevkirinek çê bibe.”
Li ser kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê jî, Bazanî dibêje, “Ez ti carî qebûl nekim ku hetahetayê bimînim serok û ez dixwazim vê emanetê bidim kesekî din.”
Derbarê serxwebûna Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn, bê ku li kurdan vegerin ew perçe kirin.
Barzanî car din tekez dike ku xwesteka wî ewe ku Kurdistana Iraqê bibe dewleteke serbixwe.
Barzanî behsa şandina Hêzên pêşmerge ji bo Kobanî dike û razîbûna Tirkiyeyê li ser derbasbûna Pêşmerge ji bo Kobanî wek mizgîniyekê dide zanîn.
Barzanî herwiha dibêje, “Me ji Amerîka û Tirkiyeyê re gotibû ku em amade ne 3 hezar Pêşmerge bişînin Kobanî, lê berpirsên li Kobanî bi tenê hêzeke piştgiriyê xwestin.”
Derbarê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de, Barzanî wiha dibêje “Heta niha ne rejîma Sûriyê û ne jî dijbereya wî welatî hebûna gelê kurd qebûl nekirine, lewma ez dibînim ku zehmet e kurd qebûl bikin rewşa wan vegere wek ya berî destpêkirina şoreşa Sûriyê.”
Barzanî li ser çareserkirina krîza Sûriyê di wê baweriyê de ye ku çareseriya siyasî zehemt e, lê çareseriya leşkerî gellekî zehmettir e.
Derbarê daxuyaniyeke Wezîrê Derve yê Sûriyê de ku gotibû ewê piştgiriya hin aliyan li Kobanî bikin ji bo ku Mesûd Barzanî li wir bişkînin, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Eger ev daxuyanî rast be, wê demê bersiv ewe ku Mualim ji wê yekê biçûktir e ku Mesûd Barzanî bişikîne.”
Barzanî ragihand: “Bûyera şehîdbûna 3 pêşmergeyên birayên hev di rojekê de nayê jibîrkirin. Ez çûm mala wan li devera Soranê û dayîka wan Ayşe pêşwazî li min kir. Dema ku hevjîn û zarokên wan şehîdan li dora min kom bûn, ez pir êşiyam.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Ez nizanim çawa behsa wê bikim. Min ji dayîka wan şehîdan re got, em hemû pê serbilind in ku tu dayîka me bî û em jî kurê te bin. Ew şehîdên milet in. Hemû şehîdên Kurdistanê kurên te ne.”
Barzanî di wê hevpeyvînê de wiha pêde çû: “Dayîka wan şehîdan ji min re got: Xemê nexwe. Ev serbilindiyeke mezin e bo malbata me. 2 kurên me yên din hene, ew jî amade ne xwîna xwe ji bo Kurdistanê bidin.”
Rojnamevanê ku ev hevpeyvîn ligel Barzanî pêk aniye wiha dibêje: “Dema ku Barzanî ev gotin digotin, hewl dida ku hêsirên wî neyên xwar.”
Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de amaje bi helwêsta pêşmergeyekî li eniya şer dike, ku dema jê re dibêjin birayê te şehîd bûye û bavê te birîndar e, bi telefonê ji birayê xwe yê din re ku ew jî li eniya şer bû, dibêje “va ez li şer im ti ligel termê birayê me here û eger bavê min jî şehîd bû wî jî veşêrin û zû vegere şerê xwe…”
Barzanî herwiha çîrokekê din dibêje, ku di 17 meha borî de qewimiye û wiha tîne ziman: “Şehîd Ehmed Mizûrî yê naskirî bi Şêx Ehmo palewanê vê çîrokê ye. Dema ku otomobîleke bombekirî ya DAIŞê nêzîkî wan dibe, wê demê Mizûrî çûye pêşiya wê otomobîlê da ku pêşiya wê bigire, lê dema firsenda wê yekê nedîtibû, lewma ferman dabû serbazên xwe ku dûr kevin û xwe bavêjin erdê. Di wê demê de otomobîla xwe ya leşkerî dabû ber wê otomobîla bombekirî. Dema otomobîla bombekirî diteqe Şêx Ehmo şehîd dibe û hevalên wî rizgar dibin.”
Serok Barzanî herwiha amaje bi wê yekê jî dike ku, “Dema dilopek xwîn dirije ziyaneke mezin e. Bîne ber çavên xwe, dema ku tu sibehê efserekî dibînî û êvarî ji te re dibêjin şehîd ket. Carna ew kes bi xwe kurê şehîdekî ye yan jî neviyê şehîdekî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê dide zanîn ku heta niha 800 Pêşmerge şehîd bûne, ku 300 ji wan efserên pilebilind bûn û eşkere dike ku kuştiyên DAIŞê bêtirî 3 hezar kesî ne.
Barzanî wiha didomîne: “Bedel pir giran e lê divê were dayîn, ji ber ku bergiriyê li hebûna miletekî û kerameta wî dike. Herêma Kurdistanê rastî metirsiyeke mezin hatiye, lê bi piştrastî ez dikarim bêjim me DAIŞ şikenand û me nêzîkî 17 hezar km ducar ji destê wan derxist.”
Serok Barzanî behsa wê yekê jî dike ku wan ji Bexda û çend aliyên din re gotiye, em amade ne şerê jinavbirina DAIŞê bikin eger çekên giran bidin me.
Barzanî wiha dibêje: “Em nahêlin tişta ku çêbû, dubare bibe. Ez dixwazim bi zelalî bêjim, em wan hovên ku serê sivîlan jê kirin û jinên êzîdî revandin, efû nakin. Herwiha em wan kesan jî efû nakin ku alîkariya wan terorîstan dikin. Mebesta min tolhildan nîne, lê ez dixwazim dadperwerî hebe.”
Mesûd Barzanî herwiha pesnê xelkê Kurdistanê dide û dibêje: “Dema ku şer dest pê kir, hikûmeta Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Nûrî Malikî mûçeyê xelkê Kurdistanê birrî. Tevî wê jî xelkê Kurdistanê piştevaniya Pêşmerge kirin û heta nan ji wan re birin eniyên şer.”
Barzanî tekez kir ku hevahengiya wan ligel artêşa Iraqê baştir bûye, lê pêşbînî nekir ku kengî dê ev şer bi dawî were.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, baweriya wî bi şikandina DAIŞê heye, tevî ku şerekî zehmet e.
Barzanî ragihand: “Sînorên ku rêkeftina Sykes Picot xêz kirine ne sînorên resen in û niha sînorên nû li navçeyê bi xwînê di navbera welatan yan di hindurê welatan de tên xêzkirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike ku, pêwîstiya Iraqê bi awayekî din heye eger bixwaze yegirtî bimîne.
Barzanî Diyar jî kir ku, erebên Sunne mezheb li Iraqê ziyaneke mezin dîtine di vî şerê li dijî DAIŞê de, ji ber ku şer di navçeya wan de ye, bi vê yekê jî gelek gund û bajarên wan wêran bûne.
Herwiha Barzanî behsa DAIŞê dike ku hêza wê rêxistinê di otomobîlên bombekirî, bombeyên vedayî, nîşançî û dîqeta bikaranîna topxaneyan de ye, ji ber gelek pisporên leşkerî ji seranserî dinyayê tevlî wê rêxistinê bûne.
Mesûd Barzanî herwiha aşkere dike ku gelek çekên artêşa Iraq û Sûriyê ketine destê DAIŞê tevî ku dest daniye ser nêzîkî 1700 hemerên amerîkî.
Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ser çekên ku gihiştine destê Pêşmerge û diyar dike ku çekên herî baş ku gihiştine, reşaşên fransî û rokêtên mîlan yên Almanî ne.
Barzanî rêxistina DAIŞê wek encama tundrewiya olî û tundrewiya neteweyî dide zanîn û dibêje, ji bo kurdan şerefeke mezin e ku DAIŞê di meydanê de şikandin. Herwiha tekez dike ku ne DAIŞ û ne jî yên mezintir nikarin îradeya gelê Kurd bişkînin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike ku Hêzên Pêşmerge nêzîkî 17 hezar km çargoşe ji destê DAIŞê derxistine û dibêje, eger çekên giran yên pêşketî bikevin destê Pêşmerge ewê şerê leşkerî di zûtirîn dem de bi dawî bikin.
Rûdaw