Piştî serkeftin û bidesxistina Belêya zêrîn di bernameya “Denmark’s Got Talent”, hunermendê Kurd yê temen 11 salî û birayê biçûkê Sara Omer nivîskara li welatê Danîmarkayê, Ayînde, karî bi dengê xwe yê zelal bighîje qonaxa pêş fînalê ya bernameya “Denmark’s Got Talent”.
Hêjayî gotinê ye ku bernameya dahatî roja şeme 21/2/2015 di demjimêr 20.00 bi dema Ewrupa di telefizyona Danîmarkî TV2 tê pêşkêş kirinê. Welatî dikarin di navbera demjimêr 20.00 ta 21:00 bi dema ewrupayê bi rêya şandina kurtenameyan deng bidin bi Ayînde, ta bikarê biser bikevê û biçe qonaxa fînalê, her welatiyek jî mafê wî heye 10 car bi yek hejmara mobilê deng bide.
Şêwaza dengdanê.
Welatiyên derveyî Danîmarkê dikarin kurte nameyên xwe bo hejmara 004451234 û li nava kurtenameya xwe binivîsin AM, wate: AM bişînin bo hejmara 004151234`ê
Welatiyên li nava Danîmarkayê jî dikarin kurte nameyê bişînin bo hejmara 1234 û li nava kurtenameya xwe jî binivîsin AM, wate: AM bişînin bo hejmara 1234`ê.
Xendan