Ibrahîm Hiso
1
Ez li firindeyekî şepirze,
û vêketî gudarî dikim.
Wî bi xwe re dibim
û ji nû wî hînî firandinê dikim.
Firindeyekî çêkirî ji leka hûr.
ji firinde re dinivîsim
tu di baskên min de bipûnijî ey firinde
û min fêr bike ma bi kêr têm
ko valabûnek bim mîna te.
Ey firendeyê xirecira rengînkirî
Bi wêne ne deng ketî
ma nikilê min şevê diguhere
wî bişkîne eger rast be derbirîn.
* * *
2
Ez firindeyekî dawî wêne dikim
firindeyekî li ser devlikenîna xwe yî
berdewam piştrast dibe
wî bi ba re wêne dikim
ew ê li ser riya
bandevin kevirî
firindeyekî mîna min
payîzê cot dike
û li xirecira talankirî ji berbanga
yekem ve ya helbestê guhdar dike
Dibêjim
hatiye dema ku serma cihê rokê bigire
û baskên ewran hebin weke hemî bayên din
dibêjim
hatiye ew dema ku em bi mirinê re
li hev werin,û em wî ji wê jiyana
ku wî êşkence dike bazgûr bikin.
birînpêç bikin pelên daran
pelek li pey pelekî
û wan bispêrin mijê.
dibêjim
darkiriye bêtir ji divabûnê asîman
û divê cîhan ber bi vemirandina
fenerên avêtî li ser keviyên helbestê ve here.
dibêjim qadê bazgûr bikin ji xewa hertimî
ji nû roja wêranbûyî dezgûn bikin
û wê bikin deydîkin zelalkirî ji zarokan re.
vekin herdû rexên stêran an jî yên mîna stêran
û bihêlin ku sîtava wan vegire li ser
îwanên mezin yên paşerojê
û ji paşerojê re tu dergehan vekirî
nehêlin ku ew tê re baz bide
an jî ew bibe nêçirek
ji çûyîna ku ji ebedîn de bendewarî wî ye.
Ji Erebî: Silêman Azer