Bila ciwanî
jiyanê li bejna xwe bike
emir bi gul bike
geş be li ser rûyan
bila bin xak nebe.
Bila kefenê spî li xwe nepêçe
dîlana evînê li ser dika hezkirinê bike
bila bin xak nebe.
Bila hest bi firê bikevin
zîndan nebin,
mirinê bi wê de bibin,
zîldana hêviyan bibîne
bila bin xak nebe.
Demhat Dêrikî