Dildarê Mîdî
Segvanê niklê kewa bûm
Li seyd û rav û nêçîrê
Îro jar û li ber ba bûm
Diketme qeyd û zincîrê
Divêm aştî dilovanî
Nîşanim kû ji bo tîrê
Ziwabûme bi yek carî
Nemaye xwîn di pêsîrê
Nemaye xwî di rehan de
Weza û jar û tim mest im
Tenê hestê mi azad e
Tevî îro kû bindest im
Dilê min şûşeya bade
Bi mestan re wilo mest im
Di nava mij û hewran de
Bi bazdanim qe nawestim
Di nava mij û moranê
Qiralek birûskanî me
Ji tirsêm peşkê baranê
Ji wan hewran weşanî me
Bi cirîd im dim di jiyanê
Siwarek pehlewanî me
Di hest û rist û hûnanê
Pênûsa şêxê xanî me