Çîmen Mûrad
Ji xwe bike
wî kirasê gunehkaran ji xwe bike
bi bizmarê felekê ve daleqîne
bila canê te
bi kesayeta xwe biçirise
çima xwe pişt nêrîn û daxwazên civakî vedişêrî
bê hempa be
bila tu nimûne bî
sîmbol û nîşana azadiye bî
bila rastiya dilê te yê pak
wek dilopên avê bi canê te ve biherike
ma ne nayê bîra te
demê tu di nav pêçeka eşqeke rast de bû
di hembêza evîneke bê guneh de
û bi şîrê ji kaniya jiyanê têr dibû
ma nayê bîra te
germa hêlîna te
ax te zû bi zû, germa hêlîna xwe jibîr kir
û bi ber bahozê çuyî
û ji çoka ketî
erê..
te serê xwe li ber sermaya zaliman tewand
û bê berxwedan
te hêla kirasê bi xwînê şûştîn li ber te bikin
kirasê gunehkaran
….ji xwe bike
de wî kirasî ji xwe bike .
Çîmen Mûrad
Tîrêk ji zimanê we
Ne ji bo êşa sala,
birîndarim,
ne ji kul û xem û derda,
çav zuha nabin,
ji wa gotinên we,
ji wa tîrên ji zimanê we hilpekîn,
ez bûme hêjarek bi ax û nalîn,
birîndarek bi xem,
lê ber destê demsalê neyara,
birînên rihê xwe,
bi xwelîya agirê zalima dikewînim,
xwûna canê xwe,
bi wê xweliye diherimînim,
erê,
ez im,
ya li ber çerxa felekê ketî,
ez im,
ya bi çingînîya hesinê kawa re,
bi tilîlîyan mirî şîyar kirin,
ya xiftanê heftrengî li ber kirin,
erê,
ez im daiyka cudî û sîpan,
ez im Zîna botan,
û hêjî birînê xwe bi xwelîya agirê zalima dikewînim,
lê ew êş,
ne êşa sala ye,
êşa ji tîra zimanê we hilpekiye,
êşa ji tîra zimanê we ye .