– Siyasetmedarȇn me û dewletȇn hawîrdor șoreșa Sûrȋ beravȇtȋ kirin, nehiștin ew gul bipișkive ȗ bihnê bide.
– Ez her în bi xortan re derdiketim xwepêşendanan ji bo Sûriyê, bo mirovatiyê, bo hemû netew û hemû Olan.
– Mixabin di hemû beşê afrandinê de hîn gelek li Rojava mane, hunermend tenê nemane.
–Amûdê dayika min a dûyem e, her kes ji min re dibêjin tu qet nikare bê Amûdê bijî.
– Miletê ku Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Ferhadê Içmo, aniye dikare her û her afrênerên helbestê bîne..
– Kesek nikare kela dilê şoreşan vemirîne, her û her şoreş biser ketine.
– Gava ku min dît ez bûme bar ez ê dakevim û dev ji hunerê biqerim.
– Mixabin Kilîp ji aliyê çîrokê ve ne li gor daxwaza min derket.
– Min di erdê de kar kiriyê, heta berî çar salan jî min di erdê de cotkarî û çandinî dikir.
– Ez bi xwe “Romans” distrêm ev şêweya stranê li sernaserê cîhanê tê bikaranîn.
– Ez gelekî strana “Hîphopê” naşopînim.
– Bi rastî dengek xweş di nav jina stranbêj de ku bala min kişandibe tune ye..!
– Di nerîna min de gelek hene ku xizmeta strana Kurdî kirine, hin sax in, û hin jî mirî ne, tev hêja ne ku bên xelatkirin.
……………………………
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
navȇ wî yȇ hunerȋ Şeyda ye ȗ navȇ ku dȇ ȗ bavȇ wî li wî kirin Ehmed e, di sala 1971ê de, li bajarȇ Amȗdȇ ji dayik bȗye, xwendina xwe heta bekeloriyayê li bajarê Amûdê qedand, paşê li peymangeha muzîkê sala 1993an li bajarê Qamişlo bawernameya xwe wergirt, di sala 2001ê de zewiciye, bavê sê zaroka ye “Awat , Hîma, Ram”. Niha li gel malbata xwe li bajarê Amûdê dijî.
– Şeyda çi dike ȗ çi haziryȇn nȗ li rex wȋ hene ?
Nû li rex min elboma min ya bi navê “Biratî” ye, min ji demekê ve amade kiriye, pêwîstbû ku ew niha daketa nav guhdaran, lê mixabin êrîşên ku tên ser herêmên Kurdî de hişt ku kompaniya”VÎN”tv a ku min girêbesta vê albomê pê re girêdabû, ku ew daxistina vê elbomê rawestîne.Tevlî ku min du stran ji wan kiribûn kilîp, ew jî strana “Erê Bira” û ya “Her Wisa“. Wek ku min anî ziman ji ber rewşa êrîşên li ser Şengal û Kobanê, niha stranên ku tên weşandin hemû stranên netewî ne, ji bo hêza gel û şervanan bilind bibe, bi hêvî me ku ew rewş zelal bibe, û di nêzîktirîn dem de ew elbom dakeve bazarê. Min stranek li ser Kobanê jî çêkir û hat weşandin, niha nûtirîn kar ku min bi dawî anîye kilîpa bi navê “Welatê Min” ji gotinên mamoste Ferhadê Içmo ne û ji awazên min in, ew jî bi rêvebirya kanala “VÎN”tv hate amadekirin, wê van rojan bê weşandin, û ji bo Rojnameya” Bûyerpress” ez despêka strana xwe dibêjim:
Welatȇ min ka tu kanȋ
Ka jiyana Kamȋranȋ
Li çar alya ji birȋna
Diherikin çem ȗ kanȋ
– Çima hunermendȇn Kurd ku navdar dibin berhemȇn wan dom dikin ta ku derdikevin ?
Gerek Elboma min di sala 2011an de derketa, piştî elboma min a 2008an “Ma Îro”, di sala 2011an de Şoreş li Sûriyê lidar ket, ew karê ku min di wan salên bûrî de kir, min tomar nekir ji ber her roj ji ya din kuştin, koçberî, talankirin bêtir dibû, sedema mezin ev bû ku kar hat rawestandin, hin sedemên din jî hene heta ku hunermend dom dike ku elboman derxe, sedmên aborî, tekinîkî, dabeşkirina muzîkê, alavên herî pêşketî, ev tişt hemû dibin asteng li ber hunermend, ya herî ku ez dibînim balkêş ew e, ku hunermend li ser elboma xwe biweste ji bo ku cihgirtî be, nav bide..Niha wek ku carek din bi awyekî din jî dibêjim, berî niha hunermend dirahişt bizqa xwe, elboma xwe tomar dikir, niha tiștȇn nȗ daketine holȇ wek dabeșkirina muzȋkȇ ȗ alav pir bȗne ȗ tomarkirin gelekȋ pere lê tên xerckirin, her CD digihȇ 40 yan 50 hezar dolarî ev li Tirkȋ dema ku tu tișkȋ profȇșnal dagire.
Elboma min a 2015 an ku kenala “VÎN” tv ji min re tomar kirbû 40 hezar dolar lê hat xerckirin.
– Wek hunermend ȗ wek mirov we çawa șoreșa Sûriyȇ șopand ?
Wek mirov min tucarȋ xwe dȗrȋ șoreșa mirovahiyȇ nexistiye ji bo rȗmet ȗ azadiya gelê me wek min got min çend stranên ku bêtir bi mirovatiyê ve girêdayî bûn min çêkirin, ji ber eger mirovatî nemîne tiştek namîne navê wê rastî ye..! Ev şoreş her kes pê rabû û dengê xwe hilda, lê mixabin siyasetmedarȇn me û dewletȇn hawîrdorȇ me șoreșa Sûrȋ beravȇtȋ kirin nehiștin ew gul bipișkive ȗ bihnê bide, tiştek nema ye di destê tu kesî de?
Em her û her amade ne ku ji bo vê şoreşê stranan çêkin, jiber ku em ji mirovatiyê hez dikin. Em xwe ji êşa gelê xwe dûr nakin. Di despêka şoreşê de em li Amûdê derdiketin xwepêşendanan, ez her în bi xortan re derdiketim ji bo Sûriyê, bo mirovatiyê, bo hemû netew hemû Ol di vî welatê de bila bijîn “Siriyan, Ereb, Kurd. Yan jî Êzdî, Misilman, û Xiristî. Şoreş, Şoreşa gelan e, divê hemû tê de amade bin û tê de biser bikevin.
– Ew çi tiștin yan ew çi sedemȇn ta ku hunermend koçber dibe ?
Mixabin di hemû beşê afrandinê de hîn gelek li Rojava mane, lê hunermend tenê nemane, ew hemû heval û birayên min in, %98 niha li derveyî Rojava ne, ez pir xemgîn im, lê dîsa rewşa jiyanê û rewşa aborî hişt ku ew ji welêt keçber bibin, netenê hunermend sazvan jî, rola wan di hunerê de sereke ye, kesek nema ye ku Li tembûr, keman, Biziq, dabeşkirina muzîkê, ev hemû pêdivyên hunermend in, ez dîsa dibêjim wek Şeyda xemgîn im ku hevalên min hunermend li Rojava nema ne.
– We ji bo Kobanȇ ȗ șengalȇ çi çȇkiriye çi amade kiriye ?
Min ji bo “Kobanê” stranek çêkir, li vir dixwazim spasiya nivîskar mamoste Şahîn Soreklî bikim ji bo pêşgotina wî di strana Kobanê de, helbet helbest a mamoste Ferhadê Içmo ye , û hat weşandin, niha rewşa Kurdan di metisrînekê de ye, ji ber nema ye “Kobanê, Şengal Hesekê” hemû êrîşên hovane tên ser herêmên Kurdan, loma wek min got niha min Strana “Welatê Min” Amade kiriye.
– Strana te ” Erê Bira ” bêtir ew nêzî êş û hestên biratî û mirovatiyê bû, lê kilîpa wê stranê rengek dî da, mînak, li nav kampên penaberan derçû û bi keçek ku ew bi hemû şêweya kapîtalîzm di kilîp dê diyar dibû ?
“Çima şeyda li ser derçûna vê kilîpê bi wî awayî erê kir ” ?
Rastî ew rexna te di cihê xwe de ye û ez ji wan kesên ku ji rexna aciz nabin ji ber ku dema rexin li hunermend dibin ew pêş dikeve û tiştê ku girêdayî bi karê min yê hunerî wek: helbest awaz, dabeşkirina muzîkê, ez çêdikim ez dikarim bersiva wan bidim, lê di kişandin û derhênera kilîpê de bi rastî ez gelekî li ser sekînim û ez bi derhinerê wê re rûniştim û min jê re got ev nenaveroka vê stranê û ez dixwazim wisa derkeve, lê mixabin Kilîp ne li gor daxwaza min derket ji aliyê çîrokê ve, ne ji aliyê kişandinê ve. Naveroka stranê zor xweş bû, lê di kilîpê de ew şaşî derketin, yê derhinêr hemû dîmenên ku hatin kişanidin cuda cuda bi hev vekirin, loma raman û hizra çîrokê wisa derket, lê ez ê hewl bidim ku ew şaşî êdî di kilîpên min de derbas nebin, ji bo her kes bigihê çîrok û xwesteka me ji stran û ji kilîpa wê stranê.
– Hûn çawa helbestên xwe dibjêrin û hûn bêtir dixwazin ji kê re bistirênin?
Ew kesek wisa taybet tune ye, lê çend helbestvan hene ez ji wan re distrêm ew jî mamoste Ferhadê Içmo û Sefqan in, bi rastî ew ji min fam dikin ku ez çi dixwazim.
– Ev jî tê gotin dibêjin Şeyda nema ji vî kirasî derdikeve ?
Belê bi rastî min di elboma xwe ya nû de xwest ku ez hinekî rengîntir bikim, min du helbestên Nemir Cegexwîn tevlî elboma xwe kirin.
Em vegerin li ser mijara bijartina helbestê, ew bixwe helbest min dikşîne xwe, ji bo ez wê bikim stran, çend pîver hene pêwîst e ku ez di helbestê de bibînim heta ku ez awazan jê re çêbikim, ez baş helbestê dixwînim û li helbestvanan jî guhdar dikim nexasim nifşê nû, û di vê elboma min de min stranek ji gotinê xortekî ciwan ku nû bidest nivîsandina helbesta bi Kurdî kirye, navê wî “Omîd” e xwediyê gotinê strana “Her Wisa Şev Bê Te Bûrî Bê Xwedan û bê Sema” Ev stran jî min kir Kilîp
– Wek me dûbare kir bi sedê hezaran xelik ji Rojava koçber bûne di nav wan de gelek hunermend û afirêner jî koçber bûne, win çima li Rojava mane ?
Bi rastî ta niha ez li vir mame û ez li bajarê Amûdê dijîm bi malbate xwe re bi tevahî û ez bi hêvî me ku rewiş bê guhertin û ez neçar nebim ku ez ji bajarê xwe derkevim.
– Çima tu mayî ?
Ji ber ku destê min ji bajarê min nabe
– Amûdê ji bo Şeyda çi ye ?
Her dem ez dibêjim Amûdê dayika min a duyem e, ji ber ku min ava wê vexwariye û bîranînin min yê zarokityê hemû li Amûdê ne û her kes ji min re dibêjin tu qet nikarê bê Amûdê bijî.
– Tu li kê guhdar dikî ?
Bi rastî ez li hemû kesî guhdar dikim, ez ji hunermend Mihemed Şêxo gelekî hez dikim, û li Tehsîn Taha, Eyaz Yûsif, Se’îd Yûsif, Mehmûd Ezîz Şakir, guhdar dikim hemû mamoste ne û cihê rêzê ne.
kljkjbi rastî ez li hemû kesî guhdar dikim, ez ji hunermend Mihemed Şêxo gelekî hez dikim, û li Tehsîn Taha, Eyaz Yûsif, Se’îd Yûsif, Mehmûd Ezîz Şakir, guhdar dikim hemû mamoste ne û cihê rêzê ne.
kljkjbi rastî ez li hemû kesî guhdar dikim, ez ji hunermend Mihemed Şêxo gelekî hez dikim, û li Tehsîn Taha, Eyaz Yûsif, Se’îd Yûsif, Mehmûd Ezîz Şakir, guhdar dikim hemû mamoste ne û cihê rêzê ne.
bi rastî ez li hemû kesî guhdar dikim, ez ji hunermend Mihemed Şêxo gelekî hez dikim, û li Tehsîn Taha, Eyaz Yûsif, Se’îd Yûsif, Mehmûd Ezîz Şakir, guhdar dikim hemû mamoste ne û cihê rêzê ne.
Bi xwe re tu li kê gudar dikî ?
Ez dîsa ji te re dûbare bikim min gelekî guhdar kir li van hunermendên ku min navê wan anî ser ziman, herwiha min gelek li strana Soran guhdar kiriye wek ” Şemal Sa’ib û koma Kamkaran” û helbet li Hesen Zîrek, kawîs Axa, Hesen Cezrawî, baş gudar dikim, pê re jî ez baş li Bilind Ibrahîm, Heval Ibrahîm, Çopî, Nazdar jî guhdar dikim.
Baş e, ev hunermend ji başûrê Kurdistanê ne, yê Rojava kê ji nifşê nû bala te kişand?
Bi rastî çi strana xweş hebe ez lê guhdar dikim.
– Baş e, te ewqas navê hunermendan ji başûrê Kurdistanê gotin, ma dengek tune ye ji Rojava ku bala Şeyda kişandibe ?
Na, ne ku dengek xweş tune ye lê çi karê ku hebê ez lê guhdar dikim, çi stran elbom derdikeve ez tînim û lê guhdar dikim, xwe ji berhemên nû dûr nakim dengek didu hene ez bi hêvîme ku di paşerojê de em bi hev re kar bikin.
– Baş e ew kî ne ?
Ez her dem dibêjim her hunermendek wek rengê gula ye û tev wek hev in li rex min.
– Tu kesî bala te nekişand ?
Na, nav li ba min nîn in..!
– Eger hat û ji te hat xwestin tu helbestvanekî Rojavayî xelat bikî tê xelatê bide kê?
Helbet ez ê vê xelatê bidim mamoste Ferhadê Içmo, ji nifşên nû jî hene lê navê wan nayê bîra min, jiber miletê ku Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Ferhadê Içmo, aniye dikare her û her afrênerên helbestê bîne..
– Eger hat û ji te hat xwestin ku hunermendekî Rojavayî bê xelatkirin tê xelatê bide kê?
Di nerîna min de gelek hene ku xizmeta strana Kurdî kirine, hin sax in, û hin jî mirî ne, tev hêja ne ku bên xelatkirin.
– Dengê herî xweş di nav jina hunermend de, wek ku Şeyda lê guhdar dike kî ye?
Pirsa te zehmet e û ez nikarim bersiva te bidim! Bi rastî dengek xweş di nav jina stranbêj de ku bala min kişandibe tune ye..! .
– Wek mûzîkjen we ji kê re awaz çêkirine ?
Min ji hunermend Sefqan re gelek stran çêkirine wek” Li mizgeft û laleşê, Çavên te yên reş, Canê cana min”. Û niha ez hinek awazan çêdikim, bi hêvî me ku ew kar here serî..
– Hîphop hûn vê şêweya stranê dişopînin û nerîna te li ser çî ye?
Bi rastî ev rengek nû ji mûzîkê û hin xort li ser kar dikin û destên wan sax be, ez gelekî strana Hîphopê naşopînim.
– Tu dibîne ku strana hîphopê di civaka me de rewşek saxlem e ?
Belê ez dibînim ew tiştekî baş e, ji ber ku dema miletê Kurd karibe bi gelek şêweyan bistrê, ez vê gavê baş dibînim.
– Li gor ku em te dişopînin gelek hene bi şêwaza Şeyda di hunerê de bikar tînin, gelo Şeyda bûye dibistanek mîna “Ciwan Haco, Tehsîn Taha, Se’îd Yûsif, û gelek navên din, ew hunermendê dibê dibistan helbet şagirtên wî çê dibin ?
Ez nikarim vê bersivê bidim, hinek din hebin wê bikaribin vê bersivê li ser Şeyda û staylê Şeyda bidin, min got “stayl” ji ber ku navê dibistanê di hunerê de giran û mezin e.
Ez bi xwe “Romanis” distrêm ev şêweya stranê li sernaserê cîhanê tê bikaranîn, û alavên muzîkê yên niha wek gîtara kilasîk, gîtara nû, dabeşkirna muzîkê bi awayekî nerim û nûjen derdikeve.
– Li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê bû 4 sal ku şoreş vêketiye, piraniya stranên şoreşan ritma bilind û merş in, û hîn Şeyda strana “Romans” distirê?
Dûbare dikim, ku ev şêweya stranê gerdûnî ye, nexasim piştî ku pêşketin kete tomarkirna deng de, di nerîna min de heger hunermend ji bo çi strana xwe çêke, anku bi çi şêweyî be, ew dikare xwe bighîne guhdarên xwe, min di hemû stranên xwe yên piştî 2011an de, ji bo biratî û wekheviyê bang kir, ev peyama min a sereke ye di hunera min de.
– Xelatên ku Şeyda wergirtine?
Min xelata Seydayê Tîrêj ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya ve wergirt, û berî wê ji hêla Partiya Alwehdê ve jî ez û hunermend Se’îd Yûsif hatin xelatkirin.
– Em ê bên li ser elboma te ya bi navê “Biratî” helbest û awazên wê yên kê ne ?
Belê ew ji 7 stranan bêk tê:
* Biratî: gotinê Sefqan, û awazêşeyda.
*Dilo Şêrîn Li Te Mihvanim Îşev, û Canê Civan Da Min Ku Bê: Gotinê Seydayê Cegerxeîn, û awazê Şeyda.
*Her Wisa Şev Bê Te Bûrî Bê Xwedan û Bê Sema: Gotinê Omîd û awazê Şeyda.
* Her Nesrînek Li Nav Baxan: Gotinê Ferhadê Içmo, û awazê Şeyda.
* Ger Du Ta Ji Porê Yara min xuya kir: Gotinê Sefqan, û awazê Sefqan.
* Min Bîne Bîra Xwe: Gotinê Sefqan, û awaz Şeyda.
– Ev çi raze di navbera hunera te û xwezayê de?
Ez ji malbeteke cotkar im, û min xwe dît ez nêzîkê vê xuzayê me, min di erdê de kar kiriye, heta berî çar salan jî min di erdê de cotkarî û çandinî dikir.
– “Ax û herî” çi wateya wan in li cem Şeyda ye ?
Baran bihna hemû tiştî xweş dike, nexasim sibeh û ax, dema ku mirov tiştekî biçîne, û li ber çavên wî roj bi roj mezin dibe, mîna ku stranek xweş derkeve û lê bê guhdarkirin.
– Em karin mana te li Rojava û girêdana te bi erdê ve, bînin watiyê wek ku em tişkî biçînin ?
Belê ji ber ku mirovê di erdê de kar dike, bêtir nirxê ax û heriyê dizane, bêtir pê ve tê girêdan.
– Bang û gotina we ya dawî ji bo şoreşê û hunerê û Rojava?
bo hunerê ez karim li ser xwe biaxivim, ez dikarim ta roja dawî xizmetê ji hunera Kurdî re bikim, lê gava ku min dît ez bûme bar ez ê dakevim û dev ji hunerê biqerim.
Ji bo Rojava ez bi hêvî me ku zû ne dereng aramî û çaraserîk ji me re bê danîn, ne ji miletê Kurd tenê re lê belê çi miletê ku di vê rewşê de dijîn û ev milet azadiyê û wekheviyê bibînin.
Şoreş: tu kesek nikare kela dilê şoreşan vemirîne, her şoreş biserketin e.
– Hun dixwazin di hunera xwe de bigihên kû derê?
Daxwaza min bigihim hemû hêviyên ku min xwestiye di hunera xwe de pêş bixim, û hîn ez hewl didim di hunera xwe de pêş bikevim.
– Gelo hunermend li Rojavayê Kurdistanê aboriya wan baş dibe, li pişt stranê?
Na , her û her hunermend ji kîsî xwe xerc kiriye, û niha jî wisa dibe, divê hin kompanî hebin rahêjin vî barî, mînak tim min ji kîsî xwe elbomên xwe dadigirtin, lê di vê elboma dawî de min girêbestek bi kenala “VÎN” tv re girêda, tenê vê carê min ji kîsî xwe xerc nekir.