Fewaz Osê
Ku min bi bêhna xwe
Dilê darê şikand..
Û hêsirê wê li ser riwê
Zarokên penaber..
ziwabûn
ev xinizî ye….
Ku rojê taştiya xwe
Berî sibehê xwar û
kulîlkê buharê
bi ser hişkiya xwe
şewitandin
ev xinizî ye….
ku ez dûrî te ketim û
sitêr ji dîtina çavên te têr ne bûn
Û kerwanên wan belav bûn
ev xinizî ye….
Ku tu ne çû bi barîna baranê re û
Tîpên min ji peşkê helbesta te
Têr venexwarin
ev xinizî ye….
Ku tu min nehilî
di pendê hêsirê xwe
û têna evînê
Li ser dilê xewna min
ev xinizî ye….
ku mîraneke bindest
ne be kaniyek aştiyê… azadiyê
ji xaka welatekî birîndar
ev xinizî ye….
Ku em nebin xwedî
li Kobana lehingan
li şingala birîndar
Û bi tîpên zêrîn em wan nepêçin
ev xinizî ye….
ev xinizî ye….