Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wê îro her sê endamên xwe yên nû di Lêvegera Siyasî de hilbijêre.
Li gor zaniyariyên Rûdawê, hersê nûnerên nû yên lêvegerê wê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bên hilbijartin, lê partiyên ENKSê li ser vê yekê li hev nekirine.
Ji ber ku berî niha ENKSê 3 partiyên xwe ji nava rêzên xwe derxistibû û biryar dabû ku ew li ser pişka wan tevlî Lêvegera Siyasî cih negire, TEV–DEMê jî rijdbûna xwe li ser beşdarîkirina hersê partiyan di lêvegerê de nîşandabû, lewam carek din herdu aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê lihevkirin ku hejmara endamên lêvegerê zêde bikin.
Li gor rêkeftina vê dawiyê ya ku li Hewlêrê di navbera TEV-DEMê û ENKSê de hat îmzekirin, hejmara endamên lêvegerê ji 30 kesî bû 36 kes û her aliyek 3 kesên xwe di lêvegerê de zêde dike.
Lê ew 3 kesên ku TEV-DEM zêde bike dê hersê partiyên derxistî ji ENKSê bin, ew jî Alpartî, Wihde û Partiya Wîfaq in.
Dimîne hersê endamên din ê ku pêwîst e ENKSê destnîşan bike, ew jî biryar e ku îro bicive û hersê endamên xwe di lêvegerê de destnîşan bike û bi vê yekê hejmara endamên ENKSê bibe 36 kes û lêveger bicive.
Biryar e civîna Lêvegera Siyasî roja pêncşemê li navenda TEV-DEMê li bajarê Qamişlo were lidarxistin.
Heta niha hersê partiyên Elwehde, Elpartî û Wîfaq ku berî niha ENKSê ew ji nav xwe derkiribûn, helwesta xwe bi fermî aşkere nekirine bê ewê tevlî civîna roja pêncşemê ya lêvegerê bibin yan na.
Rûdaw