Şervanên Êzîdî, gorek bikom ku termê welatiyên Kurdên Êzîdî ku jin û zarok jî hebûne dîtine.
Ajansa nûçeyan Anadolê lizarê çalakvanê Êzîdî di biwarê mafên mirovan de Mîrzu Lqman belav kiriye ku ew gora bikom li komelgeha Xanesurê ya ser bi bajaroka Sinûnê dîtine.
Bi gotina wî çalakvanê mafê mirov, hestî û kiloxên 30 Kurdên Êzîdî di ew gora bikom de hatine dîtinê. Aşkira jî kir ku li nêzîkî gora bikom jî cilûbergên jin û zarokan hebûye.
Çalakvanê Êzîdî pêşbîniya wê yekê jî kiriye ku ewê hestî û kiloxên zêdetir bibînin û hêzên pêşmerge jî niha li ew cihê gorên bikom ne.
Xendan