Hêzên kurdî li Kobanî di operasyonên kontrolkirina gundan de berdewam in û heta niha 18 gund kontrol kirine.
Fermandarê hêzên Pêşmerge li Kobanî emîd Muslih Zêbarî ji Rûdawê re ragihand ku hêzên kurdî heta niha 18 gundên Kobanî kontrol kirine.
Zêbarî got ku ji duh ve wan 4 gund kontrol kirine û got ku çekdarên DAIŞ li aliyê rojava 14 kîlometran ji navenda Kobanî dûr in û li aliyê başûr jî 8 kîlometran ku li gundên Şêran û Til Hacibê ne.
Wî fermandarê hêzên Pêşmerge herwiha ragihand ku niha hêzên Pêşmerge gundên Sosan û Bobanê topbaran dikin û got ku firokeyên hevpeymanan jî îro herî kêm 4 caran cihên DAIŞê bombebaran kirin.
Zêbarî got ku firokeyên hevpeymanan civîneke çekdarên DAIŞê kirin armanc û di encamê de tankek û 2 otomobîlên wan ên ji curên Hammerê yên wan rûxandin.
Rûdaw