Gelek masîvan bi salan in, li ser tenişta Çemê Dîcleyê her sibe diçin masiyan kom dikin û li ser dezgehan difiroşin.
Masîvanên ku bi firtotina masiyan debara xwe dikin îsal ji ber ku masiyên wan rastî eleqeyê nayên û nayên firotin bi gazinc in. Kîloya masîyan bi 5 TL’an tê firotin lê dîsa eleqe kêm e. Masîvanê bi navê Veysî Bozyil ê 31 sal diyar kir ku ew ji Çemê Dîcleyê cureyên masiyên Mercan, Pullu Sazan, Srenk, Barat, Şah û gelek masiyên digirin û li ser dezgehan difiroşin. Bozyil, anî ziman ku îsal masiyên ku ew digirin nayên firotin û eleqeya li hemberî wan tune. Bozyil dîyarkir kû eleqeya gel kêm e.
Xendan