Hêzên Pêşmerge dîsa ew cih û çeperên xwe yên ku ketibûn destê DAIŞê de sitandin û niha di bin kontrola Pêşmerge de ne.
Rêveberê Polîsên derdora Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Tevahiya wan cih û çeperên başûrê Kerkûkê, ku ketibûn destê DAIŞê de, niha dîsa ketine destê Hêzên Pêşmerge de.”
Emîd Serhed Qadir wiha got: “Di şerê sitendina wan cihan de gellek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê wan li cihê şer mane.”
Herwiha derbarê ziyanên ku gihîştine bîrên petrolê yên wê deverê, Emîd Serhed wiha got: “Ew karmendên ku li derdora wan bîran hatibûn dorpêçkirin, hatin rizgarkirin, lê ti agahiyên min nînin ku ziyan gihîştiye bîran yan na.”
Şeva Pêncşemê li eniya başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrişek berfireh li dijî Hêzên Pêşmerge pêk anîn ku di encamê de hinek çeperên Pêşmerge ketin destê wan çekdaran, lê Hêzên Pêşmerge zû dest bi vedigerîna wan cih û çeperan kirin.
Çekdarên DAIŞê di wê êrişê de li eniya başûrê Kerkûkê karîbûn deverên Tilwerd, Mekteb Xalid, Mela Ebdullah û Meryem Begê bigirin lê hêzên Pêşmerge di demek kurt de dîsa ew dever ji wan standin û niha jî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne.
Rûdaw