Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihand ku, kontrolkirina Kobanî pir girîng e di şerê li dijî DAIŞê de. Herwiha tekez kir ku welatê wî berdewam dibe li ser operasyonên xwe yên asmanî.
John Kerry di civîneke rojnamevaniyê de li bajarê Bostonê yê Amerîkayê ragihand: “Serkeftina hêzên kurdî yên bejayî li Kobanî pêşkeftineke girîng bû di şerê li dijî DAIŞê de, ku ew pêşkeftin bi piştevaniya operasyonên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî bûn.”
Kerry wiha got: “Çekdarên DAIŞê bi xwe dan pê dan, ku ew şerê Kobanî de li hember hêzên kurdî hatine şikestin.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê wiha domand: “Hîna gellek kar hene ku pêwîst e di şerê li dijî DAIŞê de werin pêkanîn, lê hemû dema Kobanî ji DAIŞê re girîng bû û wek armanceke setratejîk danîbû.”
John Kerry wiha got: “Derxistina DAIŞê ji Kobanî pir girîng bû û hevpeymaniya navdewletî dê heman rêyan bikar bîne da ku navçeyên din jî ji destê wê derxîne.”
Li gorî amarên Pentagonê ji destpêka operasyonên asmanî yên balafirên hevpeymaniya navdewletî heta niha, 700 êriş li dijî çeper û navendên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatine pêkanîn.
Rûdaw