Filmê sînama ya Kurdî Merdan a ji derhuneriya Patîn Qubadî ye beşdarî festîvala Gotinbêrg a sînema bû li welatê Siwêdê.
Festîvala Gotinbêrg a 23 / 1 / 2015`e dest pê kir dê ta 2 / 2 / 2015`e berdewam bike.
Rexnegirê sinema û nûnerê beşa ragihandin û peywendiyan a ser bi hikûmetê ve ye Ebas Mihdî da xuya kirin ku: Film kesayatiyekê bi navê Medan digre dest,ku ev kes fermandarekî hêzên pêşmerge ye, Merdan piştî jina keskî bi navê Murd tê û pirsa mêrê xwe dike ku ev çend rojin winda ye, erka lêgerînê derbarê windabûna Murad de dide ser xwe, dema ew û jina Murad li Murad digerin di navbera wan de hastên teybet pêşdikevin, ev yek hastên gunehbariyê ligel wî avadikin û ji bo wî dibine bîranîneke biêş.
Film bi zimanê Kurdî ye û ji berhema hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji ber vê çendê filemkî Kurdî ye û xwedî teybetmendiyên Kurdî ye.
Ev yekem filmê dirêj a derhuner Patîn Qubadî ye, her yek ji lîstikvan Husên Hesen û stranbêja Kurd Hely Lov, hunermend Zagros û Feyad Doman beşdarî filmê bûne, Film li Kurdistanê hatî çêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku filma Merdan di 6 manga Îlonê de ji 2014`e, beşdarî festîvala Toronto ya sînama bû û weku yek ji baştirîn film li ser asta Êraqê dê beşdarî rikberiya xelatên festîvala sînama ya Oskar a sala 2015`e bibe.
PUKmedia