Serokê Sûriyê Beşar Esed îdia kir ku, Îsraîl alîkariyan pêşkêşî komên çekdar dike û hêza xwe ya asmanî xistiye bin xizmeta wan koman.
Li gorî ajansa Sûriyê ya fermî SANA, Beşar Esed ji kovareke amerîkî re ragihand: “Îsraîl piştevanî û alîkariyan pêşkêşî komên çekdar ên li Sûriyê dike, bi awayekî ku her me pêşve diçin, balafirên Îsraîlê êrişî artêşma me dike.”
Herwiha Esed dibêje: “Ew alîkarî eşkere ye, lewma xelkê Sûriyê dibêjin, ma çawa hêza asmanî ya terorîstan nîne?. Bi rastî hêza asmanî ya Îsraîlê di bin xizmeta wan çekdaran de ye.”
Serokê Sûriyê yê ku ev 4 sal in welatê wî di krîzeke mezin de derbas dibe û şer û pevçûn lê berdewam dikin, wiha dibêje: “Her ku artêşa me dixwaze derbasî navçeyekê bibe serdikeve, lê gellekî zehmet e ku artêş li her cihekî be ji welat.”
Beşar Esed li zerer û ziyanên welatê xwe mikur hat û got: “Di nava 2 salên borî de em çend caran serketine, lê hemû şer qirêj in û wêraniyê bi xwe re tînin.”
Derbarê gotinên Esed, Îsraîl ti daxuyanî nedan.
Balafirên şer ên Îsraîlê beriya demekê li nêzîkî Şama paytexta Sûriyê li navendên leşkerî yên Sûriyê dan. Herwiha li sînorê bajarê Quneytirayê li karwaneke hêza Hizbulaha libnanî û alîgirên rejma Sûriyê dan û karîn çend serkirdeyên wê partiyê û berpirsekî leşkerî yê Îranê jî bikujin.
Rûdaw