Duh roja yekşemê 25/1/2015 şandera Neteweyên Yekbuyî Ancelîna Jolî serdana herêma Kurdistanê kir û di heman demê de ji bo şopandina rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê kampên penaberan ziyaret kiriye.
Ancelîna Jolî piştî serdankirina kampên penaberan di kongireya rojnamevanî ku li bajarê Duhokê lidar xist de û têde got: Divê civata navdewletî alîkariyan pêşkêşî penaberên ku di rewşekî xirap de dijîn bike û pêwîste ewlehî û aramî li navçeyê çê bibe.
Jolî cext kir û got: Penaberên ku ji ber zulm û zordariya terorîstên DAIŞ reviyane pêdiviya wan bi alîkariyan heye û divê çavdêriya wan bête kirinê.
Her weha di axaftina xwe de Ancelîna Jolî piştevanî û alîkarîkirina gelê Kurdistanê ji penaberan re bilind nirxand û got: Herêma Kurdistanê cihekî arame ji bo penaberan û gelê Kurdistanê alîkarî û piştevaniya penaberan kiriye.
Li dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê rewşa jiyanî ya penaberan şopandiye û ewê kar li ser komkirina alîkariyên mirovî ji bo penaberan bike.
Xendan