Hekîm Ehmed
Di vê rojê civîne Neyarên me seraser
Mirin bo me danîne diz û ewbaş û berber
Ew in tevde bê cî ne dixwazin me bikin der
Xuyane qey birçîne dane di çol û şevder
Ji (Dewr û Gera Kurdistanê) ya Mela Ehmedê Palo.
Rojek Bê Wijdan: Careke din mijareke klasîk e, ku bêbextiya demê yek ji baweriyên ku bûne bingeh ji bo ramana civaka Kurd. Helbet, li ba hemû gelan bûyerên nexweş hene lê ne li asta ku dem yan felek bê wijdan be, ne weke di civaka me de ku hevokên (Felekê xayinê, zemanekî bêbext e) bûne gotinine rojane.
Di vê rojê civîne: Kirar (kirde) di vê hevokê de ne diyar e bi awayê ku pirsekê li ba xwêner peyda bike (Ew kî ne civîne?), tekez, ew ne Kurd in, ji ber ev xewna helbestevan û dilêşên welat tucaran pêk nehatiye. Mela Ehmedê Palo maf dide xwe weke helbestevan ku rêzikeke ziman pêk neyîne, ew jî êxistina paşdaçekê ji hevokê ji bo sazkirina terazûya malikê.
Neyarên me seraser: Kirarê ku dereng ma bû, eşkere dibe, civîn a neyaran e, zelal e ku neyar ne hew dijmin in lê ew hemû xêrnexwaz û dijber in. Cînava (me) dihêle ku (ez)a helbestevan di nav (em)a gel de bihele û bi hemû hest û ramanên xwe bibe berdevkê vî gelî, ji ber pilan ne li ser kesayetiya wî ye, lê li ser tevaya gel e, ji hêleke din ve (seraser) pirbûn hevbeşiya neyaran û dorpêça wan tekez dike.
Mirin bo me danîne: Dîsan jî (me) ango Kurd tê weke tewera vê civînê, lê berî wê ferman û biryara civînê (mirin) aniye ziman. Lêkera (danîne) di gelekjimarê de hatiye, ev careke din tekez dike ku biryar bi erêkirina tevaya civînê hatiye dan.
Diz û ewbaş û berber: Di danasîna Mele Palo de neyar ev in, cureyê yekê diz in, ji bo pere û berjewendiyên nerewa li dijî gelê Kurd in, ê didiwê ewbaş in, bi nezanî pîs in û metirsî ji van ji yê pêşîn ne kêmtir e, neyarê sêyem ji Kurdan re berber in, hov û kujer û wêrankar in, jiyana xwe di kuştin û tawanê de dibînin.
Ew in tevde bê cî ne: Çawa? Ma mirov bê cî û bê welat hene?. Helbet na, lê girêdana mirov bi warekî ve pesnek e, xeyseteke erênî ye, prensîpeke mirovane ye, ji ber wê helbestevan vê taybetiya mirovî nade wan, wan dibîne weke mar û dirindeyan bêcî. Belê seyda, bi xwedê ev ne mirov in, ev weke tu dibêjî hov in.
Dixwazin me bikin der: Erê fermana mirinê bo me derketiye, lê mebest û daxwaz ku me bikin der, ji welat û doz û mafên xwe dûr bibin, ev e rastiya pilana ku palo eşkere dike.
Xuyane qey birçîne: Wêne zelaltir dibe ku seyda wan hov dibîne, ji ber mirovê birçî hêjayî dilovaniyê ye, dirindeyê birçî cihê tirs û metirsiyê ye, eva dawî mebesta helbestê ye.
Mane di çol û şevder: Çiqas rewşa hov xirab bibe, ewqas metirsiya wî pir dibe, hovên bê cî, birçî, li çolê û şevder, ew in yên ku li hev dicivin û fermana mirinê bo me derdixin.