Nivîskarê kurd-alman Şêrko Fetah îsal hê xelata “Adelbert-von-Chamisso-Preis 2015“ ya weqfa Robert Bosch Stiftung wergire.
Weqfa Robert Bosch Stiftung li ser malpera xwe diyar kir ku Şêrko Fetah ji ber xebatên wî yên heta niha, bi taybetî jî ji ber pirtûka nû “Der letzte Ort“, hêjayî xelatê “Adelbert-von-Chamisso-Preis“ ya îsal.
Ligel xelatê 15.000 Euro jî tên dayîn. Şêrko Fetah di vê pirtûka nû de behsa revandina kesekî alman ligel wergêrê wî yê ereb li Iraqê dike.
Xelata “Adelbert-von-Chamisso-Preis ev cara 31ê tê dayîn û merasima dayîna xelata îsal jî dê 5ê Adara îsal li Allerheiligen-Hofkirche li Munchenê bê lidarxistin.
Şêrko Fetahê sala 1964ê li rojhilatê Berlînê ji dayîk bûye. Bavê wî ji Kurdistan Başûr û dayika wî jî alman e. Heta niha Şêrko Fetahê hêjayî çendîn xelatên din jî hatiye dîtin û herwiha di nav wêjeya zimanê almanî de navekî naskirî ye.
Rûdaw