Mehfûzê mele silêman (M.Reşîd)
Xar xistin berê kaniya
Bi xar avêtin kaniya
Man xar keçikê kaniya
——–
Ev şîn û ser ji bo çi ye?
Ku ser çû nig li ber çi ye!
Ger ser bêşê zik birçî ye
———
Kalîtî her ji banî ye
Kalîtî ji bin banî ye
Kelêtî ji dest kebanî ye
———
Çimikê çê, ka bi çi ye?
Çendî çê dibe li çiya!
Çem çem e, ma çemik çi ye?
———
Berçemok çile ne çile
Pî ne pê ye, bi xwe mile
Esmid kil e , dew bi kil e
———-
Bayê ji Bakur tê kure
Bê bisk û kezî por kur e
Çi pis ,çi jî law her ku re
———
Destkevt bere, gule bere
Herê bere, sing jî bere
Anî bere , kevir bere
———
Birîn û kovan jî kul e
Jan êş e , derd jî kul e
Çîk pirîsk e, qepal kule
———-
Daçeka xwestinê ka ye
Êm ê sewalan jî ka ye
Malbat in jî hene kaye
———-
Tendirust û sax rehet e
Bi lez û zû jî rehet e
Xweş û hesanî rehet e
———
Xem jî xem e, hemû yek e
Kat jî dem e,wate yek e
Kêm keme, êk jî yek e
———
Here biçe, kevir kuçe
Soht qiçqiçe, na jî nice
Hindik piçe, lîk jî vice
——–
Piçûk kiçe, dire diçe
Dengê şikestinê qirçe
Dengê werbûnê jî irçe
———
Goşa teng û tarî qunce
Dawiya çixarê jî qunce
Pijkoja kulîlkê xunce
———-
Pova hûr û nerm pirçe
Dengê maçkirinê mirçe
Ji tebakên zîrek hirçe
———-
Çak , ciwn û rind: qence
Xort ,ciwan û law: gence
Nazik û tenik , lar û lence
——-
Azar û zînat iskence
Pûçker û hişbir bence
Barkêşî zehmet û renc e
——–
Balindê bê qidoş kunde
Rûn başe di hîz û kunde
Lêvegera bajêr gunde
———-
Rêzan û rênas rêbere
Sertaş û porbir berbere
Hevseng û hempa hember
———–
Hişk û çirk û çiten qurse
Cefil û bizdandin tirse
Bêje û ştexalî pirse
———-
Şor û wişe herdû peyvin
Mang û meh herdû heyvin
Her demsalek jî çar heyvin
———–
Birîn û dev di axivin
Lebat û leq herdû livin
Ker û ker ne wek hevin
———–
Ziman tîp û kitê devin
Gotin ji wan derdikevin
Kurd jî bi wan di axivin
———dawî ———
Qamişlo – 03.04.2014