– Konê Reş rojekê li ser şehîdan nenivîsand, bo bazirganiyê di hemû warî de dinivîse.
– Serê me bilind devê me li ken…Hate bîra min meşa Nûridîn.
– Evîn derdekî mezine Dil girtiye ser û bine, ev stran helbesta min e..
– Apo Osman Sebrî bi rojan zarokê wî birçî diman, şoreşger bû.
– Ji Helbesta Nûjen Helbesta Ehmed Huseynî xurt e, ez jê hez dikim.
– Dr.Nûredîn Zaza mêr bû, zanyar bû, kêmasîk wî hebû nêzî began bû.
– Dixwazim rewşenbîr ji min qut nebin, ez dixwînim.
– Şoreş xaniyeke, divê derî û pencerê wê jî hebin.
– Piştî birêz Ocalan dîwana ” Nalîn” xwend, biryara çapa hemû berheman da, lê mixabin….!
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan- Qadir Egîd
Seyda kurte-jiyana xwe ji xwendevanê “Bûyerpress” re bide nasîn ?
Di sala 1930’î de li gundê Mozan ez hatime dinê, ez û xwehek xwe bûn , û ji ber gelekî spehî bû nehiştin ta bi temenê heft salî ji mal derkeve, navê wê Mecîda bû, xweha min û zarok çûn ser gola avê û di gola avê de fetisî, min ev bûyer anî ziman ta ku xemginiya jiyana xwe diyar bikim..Xwendina min di destpêkê de li cem Mele Fethulah bû, ez her dem diçûm cem Mele û Şêxan ta ez bixwînim, di salên şêstî de min dest bi helbestê kir. Piştî xweha min mir ez wehîd mam.
Ez li gundê Topiz 13 salî zewcîm ji ber ez bi tenê bûm, keça pismamê min ji min re anîn, min got ez naxwazim , ez bi çola ketim, gotin divê tu bizewicî, ez xweşik bûm, zarokê min ji xanima min ya pêşî ya ku navê wê “Safo” bû, du kur û du keçik hebûn, (Siltê , Nofa, Ehmed û Ismaîl) ez wehîd bûm û di sala 1956’an de min leşkerî kir ji ber min nezanî bû ku yên wehîd naçin.
We çawa dest bi nivîsandina helbestê kir?
Ez û hevalê xwe Salih bûn, Bavê Salih gotibû em ê zarokên xwe û jina xwe bikujin ta ku nekevin destê dijminan de û ez miradê xwe li wan bikin, min ji bavê wî re got nabe hun Kurd hev bikujin, gote min ez Mihemed Elî nadim bi we gişa, bandora vê yekê pir li min hebû.
ez diçûm Şam û Salih li vir dima, wek mirovê dil têkevin hev de, min jê re name bi helbestî dinivîsand, û wî jî bi eynî awayî li min vedigerand, û vê yekê jî bandora xwe li min kir. Min helbest dinivîsandin û diqetandin ta ku min li ser “Bor Seîd” di sala 1956’an de nivîsand, wê demê çend helbestvan li Şamê hebûn mîna Hejar Mukriyanî, pirtûkek xwe da min û diyarî ji min re li ser nivîsandibû, mixabin min nizanîbû xweşik bixwendaya, yekemîn helbest min nivîsand li ser Bor Seîd bû, min ji Nûredîn Zaza, Mukriyanî, Qedrî Can, Cemal Nebez pirsî ku nerîna xwe di helbesta min de bidin.
Di leşkeriyê ez fêrî zimanê Kurdî bûm û bîst leşkerê min kurd hebûn û yek Aşûrî bû, min dersê Kurdî didan wan , min Şukrî Quwetlî li Qamişlo dît û pê re axivîm min got: Bijî serokê komara Sûrî ê ku Sûrî ji dagîrkirên Firensî rizgar kir. Dema ku Cemîlê Seyda sirgon kirin Siwêda, Sultan Paşa hefteyekê sax firavîna wan çêkirin û digotin em Kurd in, dûv re em reviyan Beyrûtê ta em neyên girtin, ji ber dimuqratiya wê pir bû.
Ez hindekî Ji mijarê derdikevim, ez ê vegerim mijara nivîsa helbestê, Ez gelek salan li çolê li ber pez mame, bavê min pezê me nedixist nav destê tu kesî de, ew jî hişt ku hestên min nazik bibin ji ber ez nêzî siruştê bûm.
Dr. Nûridîn Zaza her dem digot: Eger Mihemed Elî Heso binivîse tu kes wek wî di her çar perçeyê Kurdistanê de tune ye. Wê çaxê li Şamê bû, min henek pê kirin û min xwe avêt ser zikê wî, min got min helbetsek pir xweş nivîsiye, li min guhdar be, û min jê re helbesta li ser Berzanî xwend:
“Hatina Berzanî “
Dimuqratî ye lêdan û dijîn
Iştirakî ye lê em tev bi serxwîn
Alîkarî ye, dar û qamçî ye
Li ser û piya me ew jî zanîn
Ji bo hiqûqê Insan ew digrîn
Kanî dibistan kanî pêlweşîn
Diwazdehê Tebaxê sala şêstî
Derew xuya bûn perde tev çirîn
Heyştê mirov Kurd bûn gunehê me çibûn
Mekteba didwa em girtin anîn
Ji Şam û Heleb, Kaniya Kurda
Li Qamişlokê Dêrik û Efrîn
Berê me dan Şam dest bi kelemçe
Em zincîrkirî ji me ditirsîn
Li derê Mezê şirta dicivîn
Bibûne du rêz li hev dinerîn
Berê xwe didan hev li hev dinerîn
Ferman didan me xeber û dijîn
Me ew qelaştin tena tena çûn
Yeka yek meşîn,
serê me bilind devê me li ken
Hate bîra min meşa Nûridîn
” Li vir ez xwe dibînim yekemîn helbestvanê kurd ku min navê Kobanê bi “kaniya Kurda “nivîsî bû”
Em 32 zincîrkirî bûn, ez û Osman Sebrî, Reşîd Hemo, şewket Henan, Hesen Osman, Ehmed Menan, Mihemedê Misto û birayê wî, û Ezîz Zaza.
Ê ku lêxistin gelekî xwar ez bûm, navê pêşî ê min bû.
Te ji kê re xwend û çi bandor li te bû ku te helbest nivîsî?
Min ji Cegerxwîn re dixwend em dost û meriv bûn, Cizîrî, Xanî, Tîrêj, Bêbuhar, me tev da dinivîsand, dema ez û Tîrj çûn ligel Mele Fethulah me helbestên xwe jê re xwendin, gote min: Ya te ji ya Tîrêj xurtir e.
Mele Nûrî Hesarî 44 pirtûkên wî hene, tenê 4 ji wan çapkirî ne, Palo jî helbestên wî hebûn. Em hemû bi hev re bûn û me têkilî dikirin.
Çar dîwanên te hene, ji me re li ser naveroka wan dîwan û helbestan biaxive?
Dîwanê min ya yekem (Nalîn) bû di sala 1999’an de çap bû, min 50 salî helbest nivîsî û dîwana xwe ya yekem di sala 1999’an de çap kir, ew jî ji ber rewşa aborî bû. Derdê Ezîtiyê di sala 2001’ê de bû, ya sisyan Zîlan bû, ya çara Berxwedan bû, û ya dawî li ber çapê ye bê nav e, ez û keça pakrewan Isa Heso li ser kar dikin.
Dema ku ya yekem ji çapa Nalîn derket, birêz Ocalan piştî dîwana min xwend got çi berhemên Mihemed Eli hebin jê re çap bikin, lê min fikir dikir min ji xwe re digot ma Apo ji min û pirtûkê min re vala ye, lewre min çû ji bêrîka xwe li Dirbêsiyê çap kir.
Binyad wê demê berpirsê Şamê bû got ez erê didim, lê Serhed berpirsê Libnan û Sûrî ye, ez çûm Libnanê Serhed got ez erê dikim, lê mixabin ê ku li Helebê bû derengî xistê û çap nekir.
Naveroka dîwanên te li ser çi ne bêtir?
Hemû li ser şehîdan û bizav û tevgera kurdî bûn.
Nalîn! Navê dîwana te ya yekemîne, ew jî navê keça te ye, pakrewan e. Hinekî li ser Nalîn û helbesta wê biaxive?
Nalîn keçek pir zîrek bû di temenê 4 sal û nîvan de gihişt pola didwan li dibistanê, mamosteyan pir jê hez dikir, piştî bû pola 12 û xelas kir, ez û wê çûn Helebê, min jê re tuxmeke nû kirî û kiriya oda wê jî ya şeş mehan da ta zanîngehê bixwîne , lê wê ji min re got: Ez xwendinê berdewam nakim, divê ez herim serê çiyê, vegeriya Qamişlo , û cihekî taybet girt.
Min navê dîwana xwe kir Nalîn, Ferhad Çelebî got min mercek partiya Pêşverû heye ta çap bike, divê navê Berzanî û Apo tê de tune be, û ji min re çap kirin. Bavê binyad ê bêjer, helbesta Nalîn Xwend û got divê ev helbest bi zêr were nivîsandin.
Nalîn
Stêr im diqurujim can xelat im
Perwan e me li dor arê felat im
Karkir im tim li kar im ez roj û şev
Bêhedan im wek Dijle û Ferat im
Ez perî me li her warî diyar im
Dêwe sor im li pozê Ararat im
Ez pilinga daristan û çiya me
Ne tenê me ez bi kom û civat im
Ne wek Candark û Cemîla li Cezair
Ez hîn bêtir ji wan zêde du qat im
Qomîtana Gerîla me li Cûdî
Ne mirî me ez şehîda welat im
Li we teng bû hevalno bankin
Hûn xwe bigrin, di hana we de hatim
Dema Berzanî di 56’an de ji Rûsya vegerya min ev helbest bo vegera wî ya pîroz nivîsî:
“Kaniyên Kurdistan”
Ava sar û zelal derxînin
Nift û benzînê bêtir birjînin
Co û cobara bixuşin, biherikin, bilîlînin
Kew bikin qebeqeb serê xwe hilînin
Çiyayên Kurdistan temenê bigrin
Ji Berzanî re serê xwe bitewînin
Keç û xortên Kurd govenda, dawetan lidar xînin
Keç gulê sor di ber serê xwe de daçikînin
Zarokên Piçûk lek bi lek werin
Piyên xweyî xwas, laşê bê kiras veşêrin binixumînin
Bera çav û lêvên we bikenin bixwînin
Bibin şerîbe li ser baskê rê wexta Seyda bê
Pîr û kal dest bi gopal zû bilezînin
Ararat û Aras bibin yek hevdu ramîsin wek çakûç û das
Dema hate gotin Berzanî hat
Tirseke mezin kete nav dilê diza dilê xwîn mijan
Beyar û menderîst sêwelek û pîs
Veciniqn man şaş û mat, digotin çawa Berzanî hat
Navê Berzanî wan dirisîne, pişta wan dişkîne
Nava wan diqetîne, qîrê Berzanî wek deqa mizgînê
Wek dîkê sibê kurd şiyar kirin şeva tarî çû
Gelawêj bilind bû, şivek xelat tîrêjên jinê xwe berda welat
Berzanî rabe bê tirs bê pirs em tev bûne kar
Wek destê cotkar wek dilê şiyar
xortên dimuqrat pir kêfa wan hat
dema Berzanî vegeriya welat
Hûn çawa helbesta nûjen dinirxînin ?
Ji xwe ya min li ser Berzanî nivîsîbû nûjen e. Helbesta Ehmed Huseynî xurt e, ez jê hez dikim, eger helbestvan nûjen yan kilasîk deyine, baş e lê hindek hene nizanin helbesta nûjen çawa dinivîsin, ez ji ya nûjen hez dikim, û min gelek helbest di rojnameya Bûyer de jî xwendine. Ez ji her du cûreyan hez dikim, û ez dixwazim her dem nêzîkî warê wêjeyî bim.
Hûn jiyana xwe ya rojane çawe derbas dikin.?
Ez ê di nivîsê de berdewam bim, dixwazim rewşenbîr ji min qut nebin, ez dixwînim, û ta ez karibim ez ê binivîsim.
Van peyvan bi yek peyvê binirxîne ?
Jiyan: Divê berxwedan be ta dawî, û xurtir bibe
Jin: Bê jin jiyan nabe, û serketin jî tune
Şoreş: Xaniyeke, divê derî û pencerê wê jî hebin.
Berxwedan: Qelene.
Maf: Kes bi xêra xwe nade
Helbest: Ciyawaziyê dide xuyakirin, şaristaniyê jî diyar dike.
Muzîk: Du cure hene, jê û pê ve tune ye, kurdî û Ewropî ..
Hûn li ser van kesayetiyan dikarin çi bibêjin?
Seydayê Cegerxwîn: Helbestvan e, lê Osman digot mukriyanî jê xurtir bû, Cegerxwîn helbesta kurdî nû kir û pêşwaz kir
Konê Reş: Rojekê li ser şehîdan nenivîsand, bo bazirganiyê di hemû warî de dinivîse.
Seydayê Tîrêj: Kurdistan di Berzanî de didît.
Apo Osman Sebrî: Bi rojan zarokê wî birçî diman, şoreşger bû.
Dr.Nûredîn Zaza: Mêr bû. Zanyar bû, kêmasîk wî hebû nêzî began bû
Mihemed Şêxo: Hunermend bû, evîn derdekî mezin e min dabûyê.
Bêbihar: Min gelekî jê hez dikir.
– We helbest li ser vê şoreşa Sûrî û ya Rojava bi taybet nivîsî ne ?
min li ser Kobanî nivîsiye. Berî demekê du mêvanên me hatin, ji Rojhilat bûn, yekî xwe avêt destê min û maç kir û ji min re got helbestên te li çiyayên me navdar û belavkirî ne.
– Hêvî û xwenên te bo avakirina Kurdistanê hene?
Bavkê Muhemed(S) yê pêncan ji Kesra re dibêje:
“Kurdo rehmê li me bike, we cîhan girtiye”. Ez dibînim roja Kurdan hatiye, divê em ji dest bernedin.
Qewîtiyên mamoste Mihemed Elî Hiso çi ne?
Hêviya min ji ku tu car çavê we neşkê, û tu car ji dijminan bawer nekin. Ji ber bi dehên caran soz dane Apo û derew kirine.
Gotina dawî ji bo rojnameya “Bûyerpress” û xwendevanê wê?
Ez dibêjim Bûyer gavek mezin avêtiye, hêvî dikim hûn bibin rojnameyeke rojane.