Salih Jango
Dema Dayik Rondikên xwe
Di Landika Hêvîyan de dilorînin
Û li ber bayê Payîza welat
Xewnên xwe didêrin û dibarînin…!
Wê çaxê evîna te …
Di dilê min de hişyar dibe
Û ez li ber Pêlên lehiya hêsirên dayikan bê Serî diçim
Welatê min…
Îro ji te dûr im
Weke Çûkekî çengokirî di Zivistaneke tarî de
Bê Hêlîn mame…!
Lê ez bûme şivanek li ber xewnên vegera xwe
Li himêza axa te de
Ew axa ku xewnên pakrewanan himêz dike…!
Ew xewnên ku di Landika şiyariya xwe de wan dilorînim
Û bi germiya dilopên xwîna xwe wan diparêzim
Ji qirra tenêbûnê…!
aaax …
Ji vê tenêbûnê …
Dema Perda tarîya xwe bi ser jiyana min de diweşîne
Asoyên hebûna min wenda dibin
Sînor li Jiyana min teng dibin
Û riya min di laşê min de namîne
Wê çaxê qîrîna min di gewya min de bê deng dibe
Lê vedenga qîrîna birînên pakrewanan
Û lorîna dayîkan
Bi ser darbestên zarokan ê ku bûne nîşana welatê min…!
dîsa min hişyar dikin û berê min didin evîna te
Welatê min….
Hey welatê di cenga xurtan de Îro maye bê serî
Gelo…ma rojek heye ku li te vegerim û tu bûbî bi seriy…?