Cemîl Dahir
Biratî ka çima her dem bi ceng in em li hember
Hev bira zane em yek dê û bav in lê çima bûn wek gura
Vaye xwezya min bi rojên koçberî ceng û $era
Vaye xwezya min bi zilma wan neyar û gawira
Tim ez birçî û mişext bim wer li çola nav gira
Na ku ez eşqî me her dem kole jîn bim lê bera
Da ji nanê xwe bidî min, ji cilê min wergira
Da bi kêşa min bibarîn rondikan û hêsira
Bo bihestin wek berê ez, tu bi ew hestê bira
Carinan ez pir dixwzim hin li min din wek berê
Ta ku hawara te bê rizgar bikî min wek berê
Ma tu zanî ka çima her ev çiya wer bûne
Berz hevdû hilgirtine ji bingeh dest di hev de
Nabe derz dar ku çendî wa bilind bî Şax pelandîne
Li hev reh dema li Şaxa dinêrin xwe dipêçin
Ew li hev roj û Şev çendî cûda ne qet demê naxwin ji hev.
Roj li havînan dirêjin lê zivistanan bi $ev _
Ka çima em her wihane tim li hember hev bi gef
Bo neyaran kêf û şahî lê didin dahol û def