Dilovanê Deştê
Ronakbîrê Firensî Bîkon di derbarê girîngiya zimên û bandora wî di jiyana netewan de wiha dibêjê:
”Eger tu bixwazê miletekî bindest bikê, pêdivî ye tu nehêlê fêrî zimanê xwe bibê, ne jî bikar bênê.”
Hûrenerînek li vê gotina “Bîkon” didê xuyakirin ku ew di qonaxên dîroka merovahiyê, û guhertinên di jiyana miletan de baş pûnijiye, sedemên windabûna hin netewan naskirine, û berdewamiya hinên din û bandora wan di şaristaniyê de jî vekolaye. Di heman demê de jî, ew bawerî li cem wî çêbûye ku zimanê xurt û parastî netewan jî diparêzin.
Bêguman, kevnetor û şûnmayên netewan di dîrokê de bi alîkariya zimên hatine hilanîn û parastin. Nexwe, ziman ew alav e ya ku serpêhatî û ezmûnên nifşên borî radestî yên nûhatî dikê da ku ew jî vê mêjiwê biparêzin, nûjen bikin û ji nifşên bên re hilênin. Ji ber vê yekê, dîroknasan rola zimên di pêşveçûna merovahiyê de baş şopandine.
Berî sedsala 20ê, zimanzan û civaknasan ziman didane nasîn wekû yek ji alavên têkildarî û danûstandinê di civakê de. Ji dawiya sedsala 19ê û destpêka 20ê û pêde, guhertinin berfireh di jiyana netewî ya gelan de, nemaze bi hatina şoreşa Firansayê, rûdan; û ev bû sedema guhertina têgihiştina rola ku ziman dilîzê. Ziman hate naskirin weke alava derbirîna hestan, navgîna ragihandina ramanan, û amûra ravekirin û şirovekirina bîr û boçûnên girêdayî bi jiyana netewan ve. Ziman hem têkiliyên di navbera merovan de xurtir kir, hem jî hestên netewî li cem wan, di riya avakirina çandeke xurt û nasnameyeke hevpar re, bi hev ve girêdan.
Herwiha, ziman li gor Çomiskî, yek ji encamên herî pêwîst e di warê ramyariyê de. Ew bi xwe vê didê xuyakirin dema ku dibêjê: ” ….. ziman şêweyên ramyariyê ji merov re ronî dikê.” Merov ji vê gotina wî tê digihê ku hebûna zimanekî xurt û bi hêz, û bikaranîna wî bi berferehî, çandeke azad û serbixwe ava dikê. Çandeke wisa zengîn û xweser jî netewekî hevgirtî û pêşketî ava dikê û diparêzê. Lê ji aliyê din ve jî windakirina zimên bindestkirina netewe bi xwe ye, çunkî ziman mercê heyînê yê pêşî ye. Zimanzan û welatperwerê bêhempa, nemir Celadet Bedirxan di vê rastiyê giha bû û digot: ”Me zanî ku xweseriya me di zimanê me de ye, û bi tenê bi hebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe, û bi parastina wî, di civata miletan de wek miletekî xweser, em dikarin bijîn û payedar bin.”
Miletê Kurd bi roleke xuya û li ber çav di dîroka şaristaniya Rojhilata Navîn de rabûye. Ev dîroka miletê Kurd kevin û dewlemend e, ji berî Horiyan dest pê kiriye û ta niha berdewam e. Bêguman, yek ji sedemên mana netewa Kurd ta vê demê hebûna zimanekî xurt e. Zimanê Kurdî, di gel ku ne nivîskî jî bû, lê xwe parast û winda nebû, ev jî bi saya dengbêj û çîrokvanan bû. Di van sed salên dawî de hin rewşenbîran dest bi xwendin û nivîsandina zimên kirin. Wan bersiva banga nemir Dr. Nûredîn Zaza da. Nemir dibêjê: ”Eger tu bixwazê xwe bi xelkê bidê naskirin, zimanê xwe bixwêne û bide xwendin. Û eger win bixwazin ji hev tarûmar nebin, dîsa zimanê xwe bixwênin û bidine xwendin.”
Her wekû ji me tevan re nas e, bi riya xwendinê merov fêr dibê û pêşdikevê. Lê belê, di gel vê xebata di ber ziman û çanda Kurdî de, hin asteng derketine holê û bûne kelem di pêşiya rastxwendin û rastnivîsandinê de. Bilêvkirina bêjeyên biyanî weke (Teb’en, ictîma’î, tenfîz, museqef, ….) di danûstandin û axaftina rojane de bandoreke neyînî li zimên dikê, nemaze li zarokên temenê xwe kêmtir ji 10 salan bin. Ev peyvên ne Kurdî bi mejiyê van zarok û mendalan ve digirin û zû bi zû ji bîr nabin. Çareseriya vê pirsgirêkê pir xweş û hêsan e; ew girêdayî ye bi rola malbat, siyasetmedar, dengbêj û ta radeyekê jî rewşenbîran ve. Eger ev bi hev re, dest bi dest û mil li mil kar bikin, ev wê baş sûdar bê. Lê eger rewşenbîrekî li cem zarokên xwe got: (Vê qeraraya şerxek emîq di mucteme’ê mihelî de teşkîl kir), ma wê çawa zarok fêrî zimanê xwe bibin, ez gorî we!!
Bêguman, ev aloziyên li jor hatine destnîşankirin hindek sivik û hêsan in li gor yên nivîskî. Her wekû zimanzan û zimanasan diyar kirine, hebûna çandeke xurt û xweser bi fêrkirin û parastina zimên ve girêdayî ye, û çandeke wisa jî girîngtirîn eger e ji bo berdewamiya netewekî serbixwe û xwegirtî di jiyanê de. Di vê derbarê de, pirseke sereke û bingehîn xwe didê pêş: Gelo, kar û xebata me di ber zimên de gihaye wê radeya ku çandeke wisa peyda bikê?
Ne veşartî ye ku çareserkirina beşekî ji van astengan serdestî me bû; weke nimûne: Kiryarên rijîmên desthilatdar, tunebûna dibîstanên bi zimanê me, rewşa aborî, …..; lê me karîbû, û niha jî em karin piraniya dîwarên alozî û arêşeyan hilweşênin, lê em xwe ji ber vî barê netewî ye girîng dûr dixin!
Herkes dizanê ku fêrbûn û fêrkirina zimên ji deng û tîpan dest pê dikê ta bi dawiya rêzimanê. Dîsa emê bipirsin: Xwediyên pirtûkxanan yên Kurdî bajar û bajarokên Kurdan pir in, lê çend navnîşanên pirtûkên li ser zimên li cem wan hene? Ji bilî çend dîwanên helbestê, yan abeyine kevin, ewê pir kêm bin. Kenalên weşanê bi zimanê Kurdî (TV) jî erkên xwe di vî warî de pêk nayênin. Rûpelên enternetê ji xwe bûne panav û meydan ji şer û kînê re. Belavok û weşanên rêxistin û partiyan bi xwe jî negihane radeya xizmeta zimanyarî û çanda Kurdî bikin. Nivîsarên li ser rastxwendin, rastnivîsandin û rêzimana Kurdî, ji bilî hin pirtûkên berî 50-60 salî, yan jî dûbarekirina wan bi derbirîneke nû pêve nîn in.
Pirsgirêka herî mezin, di baweriya min de, ew e ku kesên di rêzimana zimanê xwe ye makder de mijûl dibin, yan li ser rêzimanên biyanî ava dikin, yan jî didin ber hev da rastî û rewaya rêzimana xwe ji wan bistênin. Di baweriya min de nemir Celadet Bedirxan zanîbû ku wê ev dema me wiha bê, û ji ber vê wî hawara xwe di kovara Hawar de gihand: ” Şerma mezin ew e ko merov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe bê.”