Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî ku li Los Angelesê dijî, ji bo sînemaya kurdî di sînemaya cîhanê de cihê xwe bigire dixwaze Komelaya Fîlma ya Neteweya Kurdistanê (KNFF) “Kurdistan National Film Foundation” ava bike.
Cano Rojbeyanî ji got xebatên avakirina KNFFê dê heta meha nîsanê xilas bibe û herwiha navenda wê jî dê li Hewlerê be.
Rojbeyanî wiha got: “Xebatên avakirina KNFF hêj didomin. Dema ku me komelê avakir emê wê li Amerîka û Neteweyên Yekbûyî tomar bikin. Navenda me dê li Hewlêrê be lê çalakiyên me dê navnetewî bin. Armanc ew e ku em sînemaya kurdî pêşve bibin. Bi taybetî emê ji bo jin û ciwanan bibin alîkar.”
Rojbeyanîdiyar kir ku di navenda cihê çalakiyên komeleyê de beşên montaj, deng, teknîkî, fîlm, pirtûk, salona nîşandina fîlman û polên perwerdeyê hebin.
Rûdaw