Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizirê Ebdulkerîm Sarûxan bibîr xist ku ji bo serlêdana bicîhanîna erka xweparastinê tenê rojek maye û bang li hemû ciwanên ku serlêdan nekirine kir ku defterên xwe yên leşkeriyê bigirin.
Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan derbarê bidawîbûna dema serlêdana erka xweparastinê ku di 20’ê çileyê (sibe) de bi dawî dibe û tiştên ku ji niha û pêve bikin de ji axivî.
Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku pêwîste di nava rojekê de xwendekar jî din av de êdî hemû ciwanên di navbera 18 û 30 saliyê de yên Kantona Cizîrê serlêdanên xwe bikin.
Sarûxan bal kişand ku piştî 20’ê çileyê, ciwanên ku serlêdan nekirine û bêyî hincet erka xweparastinê bicîh ne anîne, dê ji aliyê hêzên Asayişê ve bêne girtin û radestî navendên erka xweparastinê bêne kirin.
Sarûxan destnîşan kir ku ciwanên radestî navendên erka xweparastinê têne kirin wê derbazî kampên perwerdeyê yên leşkerî bêne kirin û wiha dom kir: “Ew ciwanên ji aliyê Asayişê ve têne girtin, naxin zindanê, wê ew ciwan radestî kamp û navendên erkê xweparastinê bêne kirin. Ew tenê ji bo bicîhanîna erka xweparastinê têne girtin.”
Ebdulkerîm Sarûxan bang li hemû ciwanên pêkhateyên Kantona Cizîrê kir ku heya sibe defterên xwe yên leşkeriyê derxînin
ANHA.